Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Tamil Naduyê ya li başûrê Hindistanê, ji ber dawerîna gaza amonyakê ya li kargeheke berhemên deryayê 7 karker mirin û pirtir ji 70 kesî jî rakirin nexweşxaneyê.
Bûyer îro li navçeya Tiruvallurê ya li kargeheke taybet a berhemên deryayê qewimî.
Serokwezîrê eyaletê C. Joseph Vijay li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bûyer piştrast kir.
7 karker mirin û pirtirî 70 kesî nexweş ketin
Li gorî nûçeya radyoya fermî ya Hindistanê (All India Radio), di vê bûyera trajîk de 7 karkerên kargehê mirine.
Her wiha bêhtirî 70 karkerên din jî ji ber bandora gazê rakirine nexweşxaneyan û dermankirina wan didome.
Tîmên pispor piştî bûyerê yekser dest bi operasyona rizgarkirinê kir.
Tîman ragihand ku wan li gorî protokolên ewlehiyê dawerîna gazê kontrol kiriye û rê li ber belavbûna wê girtite.
Peyama Narendra Modi
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser bûyerê xemgîniya xwe anî zimên.
Ofîsa Modi li ser hesabê Xê peyamek belav kir û tê de hat gotin:
“Ez ji ber vê qezayê gelekî xemgîn im. Ez sersaxiyê ji malbatên wan kesan re dixwazim ku di vê bûyerê de mirine.”


