Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegera Alman Eva Maria Michelman roja înê vegeriya welatê xwe.
Ew ji destpêka salê ve li Sûriyeyê girtî bû.
Parêzerê Evayê Roland Meister got, "Em dikarin piştrast bikin ku Eva M. Michelman hatiye berdan. Ew piştî nîvro gihîşt Almanyayê."
Li gorî nûçeya kovara Der Spiegelê ya Almanî, rojnameger bi rêya welatekî sêyem ji Sûriyeyê derketiye.
Ew ji wir jî bi balafirê vegeriyaye Almanyayê.
Li Reqayê winda bûbûn
Eva Maria Michelman meha Kanûna Paşîn a borî winda bûbû.
Wê demê hêzên Sûriyeyê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û herêmên di destê wan de kiribû.
Şahidên bûyerê wê demê ragihandibû ku ew bi rojnamegerê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Ahmet Polat re hatiye desteserkirin.
Ew bi wesayîteke rayedarên Sûriyeyê ber bi bajarê Reqayê ve hatibûn birin.
Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), her du rojnameger jî ji bo Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) û televîzyona Ozgur TVyê dixebitî.
Ev her du sazî wekî medyaya çepgir a Tirkiyeyê tên naskirin.
"Rastî şkenceyê hatiye"
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê hefteya borî li ser mijarê daxuyaniyek dabû.
Wezaretê diyar kiribû ku wan di "asteke bilind" de dest bi hewldanên dijwar kiriye.
Wan karîbû di dema girtina wê de Eva M. Michelmanê ziyaret bikin.
Beriya nêzîkî du hefteyan, Parêzer Roland Meister li ser xirabûna rewşa tenduristiyê ya Michelmanê dilgiraniya xwe anîbû ziman.
Wî ji Ajansa AFPyê re ragihandibû ku Michelman "rastî şkence û lêpirsînên bênavber hatiye".
Wî dabû zanîn ku li gorî agahiyan wê gelek kîlo dane.
Komîteya Parastina Rojnamegeran nebûna zelaliyê ya hikûmeta Sûriyeyê ya li ser girtin û çarenivîsa rojnamegeran şermezar kir.
Komîteyê dilgiraniya xwe ya li ser azadiya çapemeniyê ya li Sûriyeyê anî ziman.
Daxuyaniya hikûmeta Sûriyeyê
Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Wezaretê ragihand ku rojnamegera Alman û rojnamagerê Kurd Ahmet Polat li Reqayê hatine girtin.
Li gorî daxuyaniyê ew di nav baregeheke berê ya HSDyê de hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Sûriyeyê, her du rojnameger 18ê Kanûna Paşîn hatine girtin.
Wezaretê diyar kir ku wan di destpêkê de nasnameyên xwe eşkere nekirine.
Her wiha wan di dema lêpirsînê de hewl daye birevin.
Ji ber vê yekê, rayedarên Sûriyeyê ew bi tohmeta "derbasbûna neyasayî" desteser kirine.
Rayedaran ew wekî "şervanên biyanî" dîtine û biryara darizandina wan daye.



