Hewlêr (Rûdaw) - Di lûtkeya G7ê ya îsal de 3 mijarên sereke yên tenduristiya giştî hatin destnîşankirin ku ew jî Ebola, xebata cidî ya li ser penceşêrê û serweriya tenduristiyê ya di dabînkirina şiyanên bijîşkî û tenduristiyê de ne.
Serokên beşdar tekezî li ser bihêzkirina hevahengiya berdewam a ji bo rûbirûbûna nexweşî û penceşêrê kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron xebereke nexweş da û got, "Cîhan ji bo rûbirûbûna şewbeke bê ne amade ye."
Her wiha serokan li hev kir ku ji ber bandora wan a aborî ya cîhanî ku salane 5 milyar dolar e, wekî "pirsgirêkeke siyaseta giştgîr" nêzîkî nexweşiyên derûn û demaran bibin.
Emmanuel Macronê ku mazûvaniya lûtkeyê dike, tekezî li ser piştgiriya dabînkirina tenduristiyê ji bo mirov, ajel û sîstema jîngehê kir û ev wekî rêbaza yek tenduristî bi nav kir û got:
"Cîhan ji bo rûbirûbûna şewba bê ne amade ye çimkî hevahengiya navneteweyî ya di warê tenduristiyê de têk çûye."
Macron piştgirî da hilberîna navxwe ya welatan a ji bo hilberîna dermanan ku serweriya wan a tenduristiyê hebe û her welat dermanan ji bo xwe çêbike bêyî ku xwe bispêre welatên din.
Macron piştgirî da wê kampanyaya rûbirûbûna penceşêra malzarokê jî û got ku bi rêya hevahengiya di dabînkirina vaksîn û pişkinînan de, ew dê bibe nexweşiyeke paşerojê.
Trump daxwaza bihawarçûna Kongoyê dike
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji serokên cîhanê xwest ku bersivdan û hevkariyeke wan a bihêz ji bo kontrolkirina cureya nû ya vîrusa Ebolayê ya bi navê Bundibugyoyê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê û Ugandayê hebe û da zanîn:
"Ez piştgiriyê didim şandina bilez a çavkaniyên bijîşkî û mirovî ji bo herêmên dorpêçkirî yên Kongoyê ku rê li ber belavbûna vîrusa Ebolayê were girtin."
Trump her wiha pesnê wê hewldanê da ku ji bo bipêşxistina vaksîneke bilez a li dijî nexweşiyê tê kirin.
"Divê hişê çêkirî ji bo dîtina çareseriya penceşêrê were bikaranîn"
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney bal kişand ser teknolojî û bijîşkiyê û got:
"Divê bipêşketinên hişê çêkirî ji bo başkirina destnîşankirina pêşwext û dîtina çareseriya takekesî ya penceşêrê werin bikaranîn."
Mebesta wî ji çareseriya takekesî teknîkeke bipêşketî ya bijîşkî ye ji bo nexweşiyên giran ên wekî penceşêrê ku tê de derman û plan li ser bingeha genetîk û DNAya her nexweşekî bi cihê tê dariştin ne bi awayekî giştî ango ji bo her nexweşekî dermanekî taybet tê çêkirin.
"Bila hêsankarî di pişkinînên pêşwext ên penceşêra pişikê de werin kirin"
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer anî ziman:
"Pêwîst e Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê bi hev re bixebitin ku piştrast bibin zincîreyên dabînkirina pêdiviyên bijîşkî li beramberî şokên herêmî û jeolojîk li ber xwe didin."
Ew bi daxwazên ji bo zêdekirina pişkinînên penceşêra pişikê re hevdeng bû ku Koma G7ê wekî pêşengiyekê ji bo kêmkirina rêjeya mirinê ya li ser asta cîhanê di dehsala bê de destnîşan kiriye.
"Japonya di rûbirûbûna nexweşiyên veguhêz de hevkariya Kenyayê didome"
Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichiyê bal kişand ser tenduristiya giştî û tekezî li ser berdewamiya hevkariya hikûmeta Japonyayê ya ji bo Enstîtuya Lêkolînên Bijîşkî ya Kenyayê kir ku wekî navendeke kontrolkirina nexweşiyên veguhêz li Afrîkayê berdewam bike.
G7a îsal ku lûtkeya 52yemîn a welatên Koma 7an e di navbera 15-17ê Hezîranê de li bajarê Evianê yê Fransayê berdewam dike.
Fransaya ku serokatiya demkî ya îsal a komê li stûyê wê ye, mazûvaniya lûtkeyê dike.



