Washington (Rûdaw) - Senatorê Senatoya Amerîkayê yê Partiya Komariyan Bill Hagerty ji Rûdawê re ragihand ku ew gavên têkildarî peymana navbera Washington û Tehranê ji nêzîk ve dişopînin.
Her wiha Senatorê Senatoya Amerîkayê yê Partiya Demokratan Jeff Merkley jî diyar kir ku hîn hûrgiliyên peymana Amerîka û Îranê ji bo wan ne zelal in.
Hagerty got, "Me heta niha metnê peymanê nedîtiye, lê şeva borî ez bi Koşka Spî re axivîm.
Ez piştrast im ku em ber bi aliyekî wisa ve diçin ku bi temamî ji peymana nukleerê ya serdema Obamayê cuda ye."
Hagerty senatorê Komarî tekez kir ku Amerîka tu pereyên pêşîn nadin Tehranê û wiha anî zimên:
"Amerîka dê mîkanîzmayekê ava bike ku li ser wê bingehê Îran reftara baş nîşan bide.
Ev jî tê wateya jiholêrakirina bernameya wan a nukleerê û ber bi cîhaneke ewletir ve gav avêtinê."
Hagerty amaje bi wê yekê jî kir ku Tehran tenê dema ku "li gorî rênamayiyên Serok Trump tevbigere" dikare ji vê krîza aborî rizgar bibe.
"Hûrgiliyên peymanê ne zelal in"
Li aliyê din, Jeff Merkley ji Rûdawê re ragihand ku hîn hûrgiliyên peymanê ji bo wan ne diyar in û got:
"Hûrgiliya herî baş a ku min bihîstiye ew e ku ev peymana destpêkê bi vekirina benderên Îranê ve girêdayî ye.
Amerîka dê dorpêçê rake û Îran jî dê dorpêçên li ser Hurmizê rake."
Senatorê Demokrat Merkley dilgiraniya xwe ya li ser hebûna zanyariyên "dijber" nîşan da û ji Rûdawê re got:
"Niha ev pirseke mezin e ka di vê peymanê de çi heye, xasma ku em zanyariyên dijber dibîzin."
"Kurd hevpeymanên me yên mezin in"
Senator Bill Hagertyê ku nûnertiya wîlayeta Tennessee dike û zêdetirî 20 hezar Kurd li bajarê Nashvilleyê yê wê wîlayetê dijîn, di weşana Rûdawê de pesnê rola Kurdan da û got:
"Kurd hevpeymanên me yên mezin in. Pêwîst e em li ser girtina wan rêyan bidomînin ku wê têkiliyê bihêztir dikin."
Hevpeyvîna Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya bi senatorên Amerîkayê re wiha ye:
Rûdaw: Tu çawa li yadaştnameya lihevtêgihiştinê ya di navbera Îran û Amerîkayê de dinêrî? Te ti zanyarî bi dest xistine yan na?
Senator Bill Hagerty: Me heta niha metna peymanê nedîtiye. Şeva borî ez bi Koşka Spî re axivîm, loma ez piştrast im ku em ber bi aliyekî wisa ve diçin ku bi temamî ji peymana nukleerê ya serdema Obama cuda ye. Amerîka di pêş de tu pere nade Îranê ku bide komên terorîst ên li cîhanê.
Amerîka dê mîkanîzmayekê ava bike ku êdî Îran reftareke baş nîşan bide. Ev jî tê wateya jiholêrakirina bernameya wan a nukleerê û ber bi cîhaneke ewletir ve gavavêtinê. Her wiha dê bibe sedem ku bêtir berê xwe bide bazar û aboriya herêmê. Ew dê wê demê karibin destê xwe bigihînin wan pereyên ku hatine blokekirin ku pereyên wan bi xwe ne, ne yê bacderên Amerîkayê ne.
Rûdaw: Gelo tu pêşbînî dikî ku ev peyman pirsgirêkên 47 salan ên (Amerîkayê) yên bi Îranê re çareser bike û rê li ber veke ku ew bibin xwedî çeka nukleerê?
Senator Bill Hagerty: Tiştê ku min ji bendên wê fêm kiriye, her çend min ew bi hûrgilî nedîtibin jî, yekane tiştê ku Îran dikare bike da ku ji vê aboriya neîstîkrarkirî ya ku niha pê re rûbirû ye derkeve ew e ku divê li gorî rênamayiyên Serok Trump tevbigere. Ev gav bê guman dê me ber bi aliyekî baş ve bibe.
Rûdaw: Ez ê pirseke li ser Kurdan jî bikim, ji ber ku 20 hezar Kurd li bajarê Nashvilleyê yê wîlayeta Tennessee dijîn. Tu têkiliyên Amerîka û Herêma Kurdistanê çawa pênase dikî?
Senator Bill Hagerty: Kurd hevpeymanên me yên mezin in. Pêvîst e em li ser avêtina wan gavan bidomînin ku têkiliyê bihêztir dikin.
Rûdaw: Tu çawa li yadaştnameya lihevtêgihiştinê ya di navbera Îran û Amerîkayê de dinêrî? Te ti zanyarî bi dest xistine yan na?
Senator Jeff Merkley: Em hîn hûrgiliyên peymanê nazanin. Hûrgiliya herî baş a ku min bihîstiye û dibe ku roja înê em hûrgiliyên zêdetir fêm bikin, ew e ku ev peymana destpêkê bi vekirina benderên Îranê ve girêdayî ye. Amerîka dê dorpêçê rake û Îran jî dê dorpêçên li ser Hurmizê rake.
Li gel çend mijarên din ku dê di paşerojê de bên çareserkirin, mîna berdana pereyên blokekirî yên Îranê û rakirina cezayên din ên di warê bazirganiya navneteweyî û mijara nukleerê de. Ji ber vê yekê ev pirseke mezin e ka di vê peymanê de çi heye, xasma ku em zanyariyên dijber dibîzin.



