Hewlêr (Rûdaw) - Pergala nû ya penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi fermî dest pê kir û Kurdên dîyasporayê ji vê yekê dilgiran in.
Ev pergal rêbazên gihîştina penaxwazan sînordartir dike û pêvajoya dersînorkirina wan leztir dike.
Vê yekê di nav dîyasporaya Kurdan a li Ewropayê de dilgiraniyeke kûr çêkiriye.
Şopa tiliyên koçberan tê wergirtin
Li gorî yasaya nû, koçber ji kîjan sînorê avî yan jî bejayî derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin, dê şopa tiliyên wan were wergirtin.
Ew kesên ku şansê wan ê wergirtina mafê penaberiyê kêm e, dê di kampên girtî yên wekî girtîgehan de werin hiştin.
Dê biryara li ser dosyeyên wan bi awayekî leztir were dayîn.
Her penaxwazên ku daxwaza wî were redkirin, dê rasterast were dersînorkirin.
“Dê xelkê zêdetir vegerînin”
Parêzerê Kurd a li Almanyayê Roj Xelîf li ser van guhertinan dilgiraniya xwe nîşan da û ji Rûdawê re axivî û got:
"Ez ditirsim ev guhertin bibin sedema redkirina daxwazên penaberiyê. Dê xelkê zêdetir vegerînin.
Dê sedemên penaberiyê û mafên wan bi awayekî rast neyên nirxandin lê divê penaber karibin li gorî yasayê mafên xwe biparêzin û bi kar bînin."
Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Alî Toprak jî diyar kir ku rewş wekî berê nabe û got:
"Nabe ku wekî berê bidome lê girîng e her penaberekî ku pirsgirêka wî ya siyasî hebe, mafê wî yê darizandineke dadperwerane hebe."
“Divê em li bendê bimînin”
Alî Toprak anî zimên ku rayedarên Ewropayê soz daye ku dê rêkar werin parastin.
Wî da zanîn ku ti guhertin nabe asteng da ku xelk li sînorên derve yên wekî Yunanistan, Îtalya yan jî Spanyayê daxwaza penaberiyê bike.
Serokê Civaka Kurd her wiha diyar kir ku yasaya nû lihevkirinek e.
Ev lihevkirin di navbera alîgirên girtina sînorên Ewropayê û yên ku baweriya wan bi alîkariya xelkê heye de çêbûye.
Toprak herî dawî got, "Beriya biryara dawî, divê em li bendê bimînin û bibînin ka di pratîkê de çawa tê bicihkirin. Gelo bi rastî dê pîvanên yasayî werin parastin yan na?"
Bandora partiyên rastgir
Di nav dîyasporaya Kurdan de tirs heye ku dabeşkirina bilez a dosyeyan bibe sedema paşguhkirina pirsgirêkên rasteqîn ên penaxwazên Kurd.
Tirs heye ku welatên wan wekî "herêmên ewle" werin naskirin ku ev yek dê rê li ber dersînorkirina bikom veke.
Xwendekarê Kurd Hesen Abîd ji Rûdawê re eşkere kir ku ew gelekî ditirsin û got:
"Dibe ku ev ji bo gelek ji me zehmet be. Gelek Kurd bi malbat û zarokên xwe re hatine vê derê. Wan jiyaneke nû ava kiriye.
Eger daxwazên wan neyên qebûlkirin, nikarin bi asanî vegerin çimkî rewşa li wir jî gelekî zehmet e."
Çalakvana Kurd Pelgîn Zêdanê jî got, "Ev rewş gelekî eleqedarî me ye. Mirovên me ji Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatine. Em gelekî xemgîn in."
Pejirandina vê yasayê hevdem e bi kêmbûna dengên partiyên desthilatdar ên li Ewropayê û serkeftina partiyên rastgir ên ku dijî koçberan in.
Vê yekê hiştiye ku pîvanên mirovî yên berê werin guhertin û di dîroka hevdem a Ewropayê de tedbîrên herî tund ên li ser koçberiyê hatine pejirandin.


.jpg&w=3840&q=75)
