Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê ragihand ku wan di çarçoveya plansaziya kadroya sezona 2026-2027an de bi qelevanê Alban Lafont re li hev kiriye.
Di daxuyaniya tîmê ya li ser medyaya civakî de hat destnîşankirin ku qelevanê 27 salî di fotbola Ewropayê de yek ji navên balkêş e.
Di tîmên navdar de lîstiye
Alban Lafont xwediyê tecrubeyeke asta bilind a Lîga 1ê ya Fransayê û Serie Aya Îtalyayê ye.
Wî di kariyera xwe de formayên Toulouse, Fiorentina û Nantesê li xwe kirine.
Qelevanê serkeftî her wiha bi salan di tîmên neteweyî yên temenê cuda yên Fransayê de peywir girtiye û tecrubeyeke navneteweyî ya girîng bi dest xistiye.
Ji bo Lafont li ser hesabên medyaya civakî vîdeoyeke balkêş a bi muzîka Kurdî jî hat weşandin.
Di daxuyaniya Amedsporê de ev tişt hatin gotin:
"Tîma me di çarçoveya plansaziya kadroya sezona 2026-2027an de, bi yek ji qelevanê girîng ên fotbola Fransayê, Alban Lafontê 27 salî re li hev kir.
Lafont bi tecrubeya xwe ya asta bilind a ku li Ligue 1a Fransayê û Serie Aya Îtalyayê bi dest xistiye, di nav qelevanên zîrek ên fotbola Ewropayê de cih girtiye.
Qelevanê serkeftî yê ku formayên Toulouse, Fiorentina û Nantesê li xwe kirine, bi salên dirêj di tîmên neteweyî yên komên temenî yên Fransayê de jî peywir girtiye û tecrubeyeke navneteweyî ya girîng bi dest xistiye.
Em xêrhatina Alban Lafont dikin û dibêjin ‘Tu bi xêr hatî malbata Amedsporê’ û di bin formayê me yê kesk û sor de jê re serkeftinê dixwazin."



