Hewlêr (Rûdaw) - Şampiyonê Kupaya Cîhanê ya 2026an îşev diyar dibe.
Fînala ku dê Spanya û Arjentînê bîne hemberê hev, li gorî dema Hewlêrê saet 22:00yan li Stadyuma MetLifeyê tê lîstin.
Maça ku dê di dîroka turnuvayê de bibe fînala 23yemîn, dê bibe şahida wê yekê ku her du welat di çarçoveya Kupaya Cîhanê de cara ewil werin pêşberî hev.
Arjentîn li pey Kupaya çaremîn e
Arjentînê di nîv fînalê de 2-1 zora Îngilistanê bir û li pey hev cara duyem derbasî fînala xwe ya Kupaya Cîhanê bû.
Şampiyona dawî ya cîhanê, dê di fînala heftemîn a dîroka xwe de Kupaya çaremîn bike armanc.
Arjentîn berê salên 1930, 1978, 1986, 1990, 2014 û 2022yan fînal lîstibû û salên 1978, 1986 û 2022yan jî bûbû şampiyon.
Spanya piştî Ewropayê çavê xwe berda cîhanê
Spanya jî dê derkeve fînala xwe ya duyem a Kupaya Cîhanê.
Tîma Spanyayê 2010an di dema dirêjkirî de 1-0 zora Holendayê biribû û şampiyoniya xwe ya yekemîn a Kupaya Cîhanê bi dest xistibû.
Spanyaya ku di nîv fînalê de 2-0 ji Fransayê biribû, piştî Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 2024an dixwaze Kupaya Cîhanê jî bibe mala xwe.
Hakemê fînalê
Hakemê Slovenî Slavko Vincic dê maça fînalê ya li New York New Jerseyê bi rê ve bibe.
Tomaz Klancnik û Andraz Kovacic dê bibin alîkarên Vincicê 46 salî.
Her wiha hakemê çaremîn ê maçê jî dê ji Federasyona Futbolê ya Urdinê Adham Makhadmeh be.




