Hewlêr (Rûdaw) - Di maça sêyemîniyê ya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de Îngilistanê 6-4 zora Fransayê bir û bû sêyem.
Bi vê encamê Îngilistan bû xwediya madalyaya bronz û ji sala 1966an ve di Kupaya Cîhanê de pîleya xwe ya herî baş bi dest xist.
Di maça sêyemîniyê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de Fransa û Îngilistan hatin pêşberî hev.
Maç li Stadyuma Hard Rockê ya li bajarê Miamiyê hat lîstin.
Maça 10 golî Îngilistanê bir
Îngilistan xuleka 3yan bi gola Declan Rice 1-0 ket pêş. Îngilîzan zexta xwe domand û xuleka 18an bi gola Konsa ferq derxist 2yan.
Saka xulekên 37 û 45+1ê derket ser dikê û 2 gol avêtin. Bi van golan Îngilistanê nîvê yekem 4-0 li pêş xelas kir.
Fransayê bi bandor dest bi nîvê duyem kir. Xuleka 48an Kylian Mbappe û xuleka 54an jî Barcola tor hejandin û skor bû 4-2.
Fransayê dixwest ferqê kêm bike û xuleka 66an dîsa bi Mbappe golek dît û skor kir 4-3. Bi vê golê re hêviyên wan zêde bûn.
Xuleka 87an Îngilistanê penaltiyek bi dest xist. Saka bi vê penaltiyê encam kir 5-3 û wî di maçê de hat-trick kir.
Saka bû çaremîn lîstikvanê ku li ser navê Îngilistanê di Kupaya Cîhanê de hat-trick dike.
Di dema zêdekirî de xuleka 90+6an Ousmane Dembele derket ser dikê û ferq dîsa daxist yekê.
Lê gotina dawî Îngilistanê got. Xuleka 90+8an Jude Bellingham bi goleke xweşik encam diyar kir û maç 6-4 bi dawî bû.
Rekora Messî li pey xwe hişt
Futbolîstê Fransayî Kylian Mbappe turnuva bi 10 golan temam kir.
Lîstikvanê 27 salî bi 22 golan bû golkarê herî mezin ê dîroka Kupayên Cîhanê.
Lionel Messi bi 21 golan li pey Mbappe tê. Mbappeyê ku rekoreke nû tomar kir, Messi li pey xwe hişt.
Ji 1966an serkeftina herî mezin
Îngilistanê sala 1966an Kupaya Cîhanê bi dest xistibû lê ji wê demê ve ji serkeftinê dûr mabû.
Tîma neteweyî ya Îngilistanê cara yekem madalyaya bronz xist stûyê xwe.
Berê du caran ji bo sêyemîniyê derketibû qadê lê bi ser neketibû.
Îngilistan sala 1990î li hemberî Îtalyayê 2-1 û sala 2018an jî li beramberî Belcîkayê 2-0 têk çûbû.




