Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Fatsayê ya parêzgeha Orduyê ya Tirkiyeyê, kesekî ji ber nîqaşa li ser zeviyan birayê xwe, jinbiraya xwe û biraziyê xwe bi demançeyê kuştin.
Bûyer li ser Cadeya Fîskobîrlîkê ya taxa Kurtuluşê ya navçeya Fatsayê ya parêzgeha Orduyê çêbû.
M. Gulenê 61 salî bi otomobîlê çû cihê kar ê birayê xwe û di navbera wan de nîqaş derket.
M. Gulen bi demançeyê gule li bira, jinbira û biraziyê xwe reşandin û ji cihê bûyerê reviya.
Dayîk, bav û kurê wan di nav xwînê de li erdê man.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di dîmenên kamerayên ewlehiyê de tê dîtin ku M. Gulen berê bi bira, jinbira û biraziyê xwe re pev diçe û pişt re bi demançeyê guleyan li wan direşîne.
Di dîmenan de xuya dibe ku M. Gulen guleyan li serê jinbiraya xwe Emîne Gulenê direşîne.
Di vê êrişa giran de biraziyê wî Resul Gulenê 39 salî li cihê bûyerê mir.
Dayîka wî Emîne Gulena 58 salî û bavê wî Mehmet Gulenê 66 salî jî bi giranî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Fatsayê lê tevî hemû midaxeleyan her du jî li nexweşxaneyê mirin.
Xebatên polîsan ên ji bo girtina kujer M. Gulen berdewam dikin.



