Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê cezayên CAATSAyê yên li ser Tirkiyeyê rakin,
Trump her wiha diyar kir ku ew ji bo firotina balafirên şer ên F-35an amade ne ku cardin bi Tirkiyeyê re li ser maseyê rûnin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo beşdarî Lûtkeya 36emîn a NATOyê bibe çû Enqereya paytexta Tirkiyeyê.
Donald Trump li balafirgehê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Trump û Erdogan piştî pêşwazîkirinê li Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê civiyan.
Rakirina cezayên li ser Tirkiyeyê
Yek ji mijarên herî krîtîk ên civînê, rakirina cezayên Amerîkayê (CAATSA) yên li ser pîşesaziya parastina Tirkiyeyê bû.
Trump ragihand ku ew dê van ceza û dorpêçan betal bike û got:
"Em van ambargo û dorpêçan radikin, êdî dema wê hatiye.
Em naxwazin dostên me di bin cezayan de bin. Ez naxwazim dostê xwe bi van sînoran bixeniqînim."
“Em dê li ser F-35an biryarekê bidin”
Li ser pirsa firotina balafirên F-35an jî, Trump amaje bi rola hevpeyamaniya Tirkiyeyê da û got:
"Tirkiye hevpeymaneke pir dilsoz e. F-35 balafirên herî baş ên cîhanê ne û em dê li ser vê mijarê biryarekê bidin. Çima nebe?"
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi bîr xist ku wan ji bo pênc balafirên F-35an ji Trump soz wergirtiye û got:
"Ez bawer dikim ku birêz Trump li ser soza xwe ye û dê ji lûtkeyê biryareke bi xêr derkeve."
“Eger Erdogan nebûya ez nedihatim lûtkeya NATOyê”
Donald Trump bi tundî rexne li hevpeymanên xwe yên Ewropayî girt û got:
"NATOyê ez gelekî bêhêvî kirim. Eger dostê min ê bihêz birêz Serokkomar nebûya, ez beşdarî vê lûtkeyê nedibûm.
Tirkiye di bin birêvebiriya wî de ji aliyê leşkerî ve bûye welatekî pir xurt.
Îtalya, Fransa û Almanyayê di krîza Îranê de em bi tenê hiştin, lê Tirkiye her tim li gel me bû."
Şerê Rûsya û Ukraynayê û rewşa Sûriyeyê
Serokê Amerîkayê derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de jî eşkere kir ku wî li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hevdîtinên "berhemdar" pêk anîne.
Trump da zanîn ku Erdogan di vê pêvajoyê de roleke mezin a navbeynkariyê dilîze.
Trump bal kişand ser karesata mirovî ya li eniyên şer û got:
"Tenê meha borî 35 hezar kes hatin kuştin. Ev dînîtî ye û divê bi dawî bibe.
Ev şer veguheriye şerê dronan û teknolojiya nû. Ez nikarim li wan wêneyên ku ji eniyên şer tên binêrim, her der veguheriye qesabxaneyê."
Derbarê rewşa nû ya Sûriyeyê de jî Trump pesnê Ehmed Şer da û diyar kir ku ew û Erdogan piştgiriya pêvajoya yekkirina Sûriyeyê dikin.
Trump di daxuyaniya xwe de qala serkeftinên xwe yên aborî jî kir. Wî ragihand ku di nava 12 mehên destpêkê yên desthilatdariya wî de, 19,2 trilyon dolarî veberhênanên biyanî ketine Amerîkayê.
Wî her wiha destnîşan kir ku ew amade ne pêwendiyên aborî yên li gel Tirkiyeyê jî bigihînin asta 100 milyar dolarî.



