Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarê Şamê di şahiya dawetê de di navbera du malbatan de pevçûneke bi çekan derket û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Şeva borî li bajarokê Zakiyê yê rojavayê Şamê, ji ber nakokiyên berê şahiya dawetê veguherî pevçûna bi çekan.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, di vê pevçûnê de 3 mirin û 10 kesên ku di dawetê de amade bûn jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê herêm dorpêç kir û ji bo girtina gumanbaran dest bi lêgerînê kir.
Bûyerên çekdarî zêde bûne
Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka îsal ve li herêmên di bin kontrola hikûmeta demkî ya Şamê de 47 bûyerên bi vî rengî çêbûne.
SOHRê diyar kir ku di wan bûyeran de 35 hatine kuştin û 90 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku di nav qurbaniyan de jinek jî heye.

.jpg&w=3840&q=75)

