Şam (Rûdaw) - Li Sûriyeyê ji ber belavbûna benzîneke xerab û ne li gorî pîvanan, bi sedan otomobîlan zerer dît û gelek ji wan li pîşesaziyan asê man.
Xwediyên otomobîlan ji ber lêçûnên giran ên çêkirinê ku digihîjin bi milyonan lîreyên Sûriyeyê, rûbirûyî tengasiyên mezin bûne.
Ehmed Elo ku ajokerekî ji Efrînê ye û li Şamê ji dayîk bûye, tenê yek ji wan qurbaniyan e.
Elo ji ber benzîna xerab a ku ketiye nav bazara Sûriyeyê, hefteyekê otomobîla xwe li pîşesaziya Şamê hişt.
Ehmed Elo anî zimên ku wî ji bo tamîrkirina wesayîta xwe pere deyn kirine û niha neçar e ji bo vegerandina wan deynan telefona xwe ya destan bifiroşe.
"Ez dê telefona xwe bifiroşim"
Ehmed Elo derbarê mesrefên li ser milê xwe de got:
"Mesrefa çêkirinê bêyî guhertina fîltreyên benzînê û rûnê motorê 3 milyon û 100 hezar lîre bû. Her wiha 500 hezar lîre jî heqê destê pîşesaz bû.
Em dibêjin qey dê qerebûkirin hebe û em li benda wê ne lê em nizanin dê kengî were dayîn."
Pîşesazî bi otomobîlên xerabûyî tije ne
Li pîşesaziyên Şamê bi sedan otomobîl li benda çêkirinê ne lê gelek xwediyên wan ji ber bêçaretiya darayî nikarin wan tamîr bikin.
Pîşesazê bi navê Faris Cuhe da zanîn ku wî tenê di nava du hefteyan de 150 otomobîl tamîr kirine û li ser rewşê got:
"Xisarên hin otomobîlan gelekî mezin in û xwediyên wan nikarin mesrefên pîşesaziyê bidin. Ji ber vê yekê wan wesayîtên xwe li vir hiştine.
Hin kesan otomobîlên xwe tenê ji bo pişkinînê anîn lê piştî ku xisar û mesref hatin diyarkirin, wan jî dest ji çêkirinê berda.
Wekî mînak, xwediyê vê otomobîla li ber me ye, mesrefa çêkirinê bi perçe perçe û bi qestan dide min."
Benzîna 85 oktanî bi xeletî hat belavkirin
Wezareta Enerjiyê ragihand ku di dema pişkinîna benzînê de li bendera Banyasê derketiye holê ku benzîn 85 oktan e û ne li gorî standardan e.
Li gorî wezaretê, biryar hatibû dayîn ku ew benzîn neyê wergirtin lê bi xeletî bi benzîna baş re hatiye tevlihevkirin û li bazaran hatiye belavkirin.
Parlamenterê Parlamentoya Sûriyeyê û endamê Komîteya Enerjiyê Ebdullah Mecîd Hac Ebîd li ser rêbaza qerebûkirinê daxuyaniyek da û got:
"Diyarkirina kesên ku zerer dîtine dê bi rêya wan stasyonên sotemeniyê be ku ev benzîna xerab xistiye otomobîlan.
Her wiha dê dîmenên kamerayên çavdêriyê yên li stasyonan jî werin şopandin.
Li aliyê din fatûreyên tamîrkirina mekanîkî jî dê ji bo her kesî wekî belge bên pejirandin."
Birêvebirê şirketa petrolê ji kar hat dûrxistin
Piştî rûdana vê skandalê, Serokkomarê Sûriyeyê bi biryarekê birêvebirê şirketa petrolê ji kar dûr xist û endezyar Mahir Hesen li şûna wî dest bi kar kir.
Tevî ku lêpirsîna fermî bi dawî bûye jî heta niha bi awayekî zelal nehatiye eşkerekirin ka çi qas benzîna xerab derbasî bazarê bûye û bi tevahî çend otomobîlan zerer dîtine.


