Hewlêr (Rûdaw) - Ehmed Şer ragihand ku zêdetirî 3,5 milyon koçber û penaberên Sûriyeyî bi dilê xwe vegeriyane cih û warên xwe.
Ehmed Şer her wiha da zanîn ku wan 42 bombeyên kîmyayî pûç kirine û bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê û diyar kir ku artêşa Îsraîlê 500 caran Sûriye bombebaran kiriye.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ev daxuyanî îro di civîna 81ê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorka Amerîkayê de da.
Ehmed Şer di civînê de got:
“Rewşa vî welatê birîndar ber bi başbûnê ve çû û li gel vê yekê zêdetirî 3,5 milyon koçber û penaber bi awayekî dildarî vegeriyan.
Vegera birûmet û berdewam erkê me yê pêşîn e û ji bo bidawîanîna li serdema penaberiyê înîsiyatîfa ‘Sûriyeya Bêkamp’ hat ragihandin.”
Serokkomarê Sûriyeyê li ser dosyeya çekên kîmyayî ku bi salan barê ser milê Sûriyeyê giran kiribû got:
“Me li gel 7 welatan tîma ‘Bêhna Azadiyê’ da destpêkirin ji bo jinavbirina paşmayên kîmyayî.
Me 42 bombeyên kîmyayî pûç kirin û me hemû mafên xwe yên di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî de bi dest xistin.
Em bi temamî bi zelalî bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re dixebitin.”
Desthilata Beşar Esed 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an rûxiya û 25ê Kanûna Paşîn a 2025an Ehmed Şer ji bo qonaxa derbasbûnê wekî Serokkomarê Sûriyeyê hat diyarkirin.
Ev cara duyem e ku desthilata nû ya Sûriyeyê beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dibe.
“Sûriye hat yekkirin û ceza hatin rakirin”
Ehmed Şer li ser rewşa nû ya Sûriyeyê axivî û anî zimên:
“Welat ji bakur heta başûr ji nû ve hat yekkirin, çek hatin kontrolkirin, dezgehên ewlehiyê û artêş ji nû ve hatin avakirin, ceza hatin rakirin, sûcên rêxistinkirî û tiryak hatin jinavbirin.
Her wiha dadweriya qonaxa derbasbûnê û xebatên ji bo diyarkirina çarenivîsa kesên winda dest pê kirine.”
Ehmed Şer her wiha ragihand ku nêzîkî 100 welatan pêwendiyên xwe bi wan re ji nû ve danîne û heta niha bi rêya 4 hezar hevdîtin û pêwendiyan ev gav hatine avêtin û Şama paytext bûye mazûvana 60 nûnertiyên dîplomatîk.
Êrişên Îsraîlê û dosyeya Golanê
Serokkomarê Sûriyeyê li ser axa Golanê jî got ku Golan dê wekî axa Sûriyeyê bimîne û li gorî Biryara 497an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hemû hewldanên Îsraîlê yên ji bo girêdanê betal û bêbingeh in.
Ehmed Şer eşkere kir ku Îsraîl êrişên xwe yên li Sûriyeyê didomîne û bi balafir û topan 500 caran axa Sûriyeyê bombebaran kiriye, hezar û 200 caran derbasî nav axa wan bûye û 300 welatiyên Sûriyeyî desteser kirine.
Di serdema Beşar Esed de Sûriye wekî navenda hilberîna hebên kaptagonê dihat zanîn.
Serokkomarê Sûriyeyê da zanîn ku wan di zêdetirî hezar û 500 operasyonan de dest daniye ser 700 milyon hebên kaptagonê û 90 şebekeyên cîhanî yên bazirganiya vê madeya hişbir têk birine.



