Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke leşkerî ya Sûriyeyê ji ber rola wan a di komkujiyên Adara 2025an ên li dijî civaka Elewiyan de, cezayê bidarvekirinê li alîgirekî Beşar Esed û cezayê hetahetayê jî li kesekî din birî.
Medyaya fermî ya Sûriyeyê da zanîn ku ev biryar wekî biryara yekem a dadgehê yê têkildarî wan kuştinan hatiye tomarkirin.
Ajansa fermiya ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand:
"Dadgeha Cezayê ya Leşkerî roja pêncşemê li Koşka Edaletê ya li Helebê ji bo çar tohmetbarên ku bi pêkanîna binpêkirinên li herêma beravê dihatin tohmetbarkirin, rûniştina biryardanê li dar xist."
SANAyê her wiha eşkere kir ku dadgehê cezayê darvekirinê li yekî ji wan, cezayê hetahetayê yê zîndanê li yê duyem û 20 sal cezayê zîndanê li yê sêyem biriye û kesê çarem jî beraet kiriye.
Dezgeha dadwerî ya Sûriyeyê Çiriya Paşîn a borî li bajarê Helebê bi amadebûna malbatên qurbaniyan, dest bi danişînên yekem ên eşkere yên darizandina wan tohmetbaran kiribû.
Li gorî SANAyê, dadgehê ji wê demê ve bi amadebûna rayedarên dadweriyê yên pêwendîdar, ji bo nirxandina delîlan û lêkolînkirina parastinên ku ji aliyê tohmetbaran ve hatibûn pêşkêşkirin, çend rûniştinên eşkere li dar xistin.
Zêdetirî hezar û 700 kes hatibûn kuştin
Ev biryarên dadgehê nêzîkî sal û nîvekê piştî wê tundiyê tên ku tê de zêdetirî hezar û 700 Elewî hatibûn kuştin.
Ji ber wan kuştinan, piştî rûxandina desthilata Beşar Esed a di Kanûna Pêşîn a 2024an de, desthilatdarên nû yên Sûriyeyê ketibûn bin çavdêriyeke tund a navneteweyî.
Raporên navneteweyî diyar dikirin ku hêzên hikûmetê û komên çekdar ên pê ve girêdayî tevlî wan kuştinan bûne.
Civaka Elewiyan a ku bi piranî li deverên beravê yên rojavayê Sûriyeyê dijîn, bi salan e ji aliyê gelek aliyan ve wekî alîgirên Esed dihatin dîtin ku Esed bi xwe jî ji heman civakê ye.
Rapora komîteya lêkolînê
Piştî wan rûdanên tundiyê, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di Adara 2025an de ferman dabû ku "komîteyeke serbixwe ya niştimanî" were avakirin.
Armanca komîteyê ew bû ku lêkolînê bike û sedem, şert û merc û hûrgiliyên ku rê li ber wan kuştinan vekirine destnîşan bike.
Ji wê komîteyê hatibû xwestin ku rapora xwe radestî serokkomariyê bike.
Tîrmeha 2025an Berdevkê Komîteyê Yasir Ferhan ragihandibû ku wan nêzîkî 300 gumanbarên têkildarî "binpêkirinên giran ên li hemberî sivîlan" tesbît kirine.
Ferhan da zanîn ku di nav wan tawanan de "kuştin, kuştina bi qestî, talankirin, hilweşandin û şewitandina malan, şkence û heqaretên mezhebî" hene.
SOHR: Zêdetirî 100 Elewiyên din hatine kuştin
Tevî hewlên hesabpirsînê jî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye di nîvê tebaxê de ragihand ku wan ji destpêka sala 2026an ve kuştina herî kêm 100 Elewiyan belge kiriye.
Li gorî SOHRê di êrişên bi rêya "gulebarana rasterast, avêtina bombeyên destan û revandinê" de 86 mêr, 9 jin û 5 zarokan canê xwe ji dest daye.
SOHRê ew kuştin wekî "tawanên xwedî nasnameyeke mezhebî" bi nav kirin û wiha got:
"Tevî bangên berdewam ên ji bo lêkolînên cidî, şefaf û hesabpirsînê, desthilatdarên pêwendîdar ên li Şamê heta niha girtina ti tawanbarên van tawanan yan radestkirina wan a ji bo dadgehê ranegihandine."


