Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko ragihand ku 43 hezar mamosteyên Rêveberiya Xweser tevlî wezaretê bûne.
Mihemed Tirko her wiha da zanîn ku ji bo xwendekarên wan herêman qonaxeke veguhêz a du salan hatiye diyarkirin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê îro di rûniştineke Parlamentoya Sûriyeyê de axivî.
Mihemed Tirko derbarê pêvajoya perwerdeyê û rewşa mamosteyan a li welêt amar û agahiyên nû eşkere kirin.
Tirko da zanîn ku pêvajoa tevlîbûna mamosteyên herêmên Rêveberiya Xweser a di nava wezaretê de bi dawî bûye.
Ji bo bernameya xwendinê ya Rêveberiya Xweser qonaxeke veguhêz
Mihemed Tirko li ser çarenivîsa wan xwendekaran axivî ku li gorî bernameya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser xwendine û got:
"Me ji bo wan xwendekarên ku li gorî bernameyên xwendinê yên Rêveberiya Xweser perwerde dîtine, qonaxeke veguhêz a du salan diyar kiriye.
Ango di dawiya îsal de mafê wan xwendekaran heye ku berê li gorî bernameya Rêveberiya Xweser xwendiye.
Ew dikarin sala bê jî li gorî heman bernameyê beşdarî ezmûnên fermî yên pola 9an û bekeloryayê bibin."
Tirko bi bîr anî ku berê li Sûriyeyê 4 pergalên cuda yên perwerdeyê hebûn û pê de çû:
"Lê di sala xwendinê ya 2026-2027an de dê cara yekem li tevahiya welêt pergaleke yekgirtî ya xwendinê hebe."
Wî her wiha tekez kir ku pêwîstiya bernameyên xwendinê bi guhertin û nûkirinê heye.
Zêdetirî 14 hezar mamoste vegeriyan ser karê xwe
Wezîrê Perwerdeyê li ser rewşa kadroyên perwerdeyê da zanîn ku hejmara giştî ya karmendên Wezareta Perwerdeyê ji 339 hezar kesî derbas bûye.
Wî eşkere kir ku zêdetirî 14 hezar mamosteyên ku berê ji kar hatibûn dûrxistin, vegeriyane ser karên xwe.
Her wiha hat diyarkirin ku ji sedî 40ê mamosteyan xwedî bawernameya zanîngehê ne.
Ji sedî 60ê wan jî xwedî bawernameyên peymangeh û bekeloryayê ne.
Rewşa dibistanan: Ji sedî 15ê wan ji xizmetê derketine
Li gorî amarên fermî yên ku Mihemed Tirko li seranserê Sûriyeyê pêşkêş kirine rewş wiha ye:
- Li seranserê welêt 18 hezar û 312 avahiyên dibistanan hene.
- Ji van 15 hezar û 568 dibistan xizmetê didin.
- Ji sedî 15ê dibistanan (ango 2 hezar û 744 dibistan) ji ber şer û wêraniyê ji kar ketine.
- Hejmara dibistanên taybet hezar û 253 ye.
- Ji bo sala nû ya perwerdeyê 41 milyon pirtûkên xwendinê hatine çapkirin.


