Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarên Şam û Quneytrayê yên Sûriyeyê bûn.
Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê îro derbasî derdora bajarokê Beyt Cinê yê li rojavayê gundewarê Şamê bû.
Leşkerên Îsraîlê heta nêzîkî deriyê başûrê bajarok bi pêş ve çûn.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, dewriyeya Îsraîlê ji çend wesayîtên leşkerî pêk dihat.
Vê dewriyeyê li nêzîkî devera Bab Sedê ya li deriyê başûrê Beyt Cinê xaleke kontrolê danî.
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê dest bi kontrolkirina cotkaran kir.
Ew cotkar ber bi zeviyên xwe yên çandiniyê ve diçûn.
Li Quneytrayê jî tevgera leşkerî
Her wiha li parêzgeha Quneytrayê jî tevgera hêzên Îsraîlê hat dîtin.
Hat ragihandin ku karwanekî leşkerî yê Îsraîlê çûye herêma "Til Ehmer Şerqî" ya Quneytrayê û li wir bi cih bûye.
Ev karwan ji 15 wesayîtên leşkerî û buldozerekê pêk dihat.
Ev tevgera leşkerî ya nû, di nava xelkê herêmê de bûye sedema dilgiraniyê.
Xelk ditirse ku Îsraîl bixwaze xalek an jî baregeheke nû ya leşkerî li wê herêmê ava bike.


