Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer biryara bi hejmara 164an a sala 2026an derxist û li gorî vê biryarê, Mistefa Xelîl Ebdî (Mezlûm Ebdî) bû şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) belav kir ku Serokkomarê qonaxa veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şer bi fermaneke serokkomariyê, Fermandarê Giştî yê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî wekî şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê destnîşan kiriye.
Di wêneyê fermana serokkomariyê de ku ji aliyê SANAyê ve hatiye belavkirin, amaje bi navê temam ê Mezlûm Ebdî hatiye kirin û tê de tê gotin:
"Birêz Mistefa Xelîl Ebdî wekî şêwirmendê serokkomariyê tê destnîşankirin."
Tora Medyayî ya Rûdawê berê wekî saziya medyayî ya yekem li ser zarê sê çavkaniyan belav kiribû ku hatiye pêşniyarkirin Mezlûm Ebdî bibe şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê.
Şandeyeke HSDyê û Rêveberiya Xweser bi mebesta hevdîtina li gel berpirsên payebilind ên Sûriyeyê çûbû Şamê.
Di wê civînê de pêşniyara postekî ji bo Mezlûm Ebdî û Hevseroka berê ya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê hatibû kirin.
Wê demê Rûdawê wekî çavkaniya yekem belav kiribû ku her di wan civînan de behsa xwendina bi zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û her du alî nêzîkî peymanekê ne.
Kurdî bû zimanê xwendinê
Çend demjimêran beriya belavkirina fermana serokkomariyê ya taybet bi postê Mezlûm Ebdî, Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî di bernameya xwendinê ya dibistanên fermî û taybet de bih cih kir.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke taybet bi sererastkirina rênimayên Biryarnameya Hejmar 13an a sala 2026an derxist û amaje pê kir ku armanca vê biryarê "parastina mafên zimanî û çandî û bihêzkirina cihêrengiya li Sûriyeyê ye."
Li gorî biryara nû, xwendina zimanê Kurdî li wan deverên ku "nifûsa Kurdan lê zêde ye" dê were xwendin.
Pêşniyara ji bo Îlham Ehmedê
Çavkaniyên ku roja sêşemê ji Rûdawê re axivîbûn, amaje bi wê yekê jî kiribû ku pêşniyar ji bo Îlham Ehmedê jî hatiye kirin ku di Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Sûriyeyê de cih bigire lê hîn ti biryar li ser mijarê nehatine dayîn.
Li ser Mezlûm Ebdî jî, yek ji çavkaniyan ji Rûdawê re ragihandibû ku wî pêşniyar qebûl kiriye û dê bibe şêwirmend.
Ev pêşhat di demekê de ye ku Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re de ku 22yê Tebaxê hatibû weşandin gotibû, eger peymana 29ê Kanûna Paşîn "di asta xwestekên me de nebûbe jî, pêgehekê ji bo Kurdan di nav dewleta Sûriyeyê de çêdike" û ew dê hemû hewlên xwe bidin da ku bi ser bikeve.
Piştî ku artêşa Sûriyeyê 8ê Kanûna Paşîn êrişî taxên Kurdan ên li Helebê kir û pişt re êrişî herêmên di bin kontrola HSDyê de kirin, 29ê heman mehê peymanek hat îmzekirin û şer rawestiya.
Ev yek jî li gorî peymaneke giştgîr û lihevtêgihîştina li ser pêvajoya tevlîkirina hêzên leşkerî û birêvebiriyên her du aliyan bû ku wekî Peymana 29ê Kanûna Paşîn tê nasîn.


