New York (Rûdaw) - Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bi çendîn awayan hatine garantîkirin.
Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî her wiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê "di hêsankarî û navbeynkariyê de, di zelalkirina rewşê de û di diyarkirina hevpeyman û dijminan de roleke erênî lîst."
Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî di hevpeyvîneke taybet a li gel Tora Medyayî ya Rûdawê ya li New Yorkê de bal kişand ser serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Şamê û civîna wî ya bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re.
Îbrahîm Olabî anî ziman:
"Ev serdaneke dîrokî bû. We dît ku Serok Şer piştî civînê bi zaravayê Kurmancî peyamek (tweet) weşand.
Bi baweriya min di dîroka Sûriyeyê û heta di Komkara Ereban de jî tiştekî wiha berê çênebûye."
Balyozê Sûriyeyê tekez kir ku Herêma Kurdistanê di hêsankarî û navbeynkariya navbera Şam û serkirdeyên HSDyê de ji bo zelalkirina rewşê û serkeftina pêvajoya yekbûnê roleke pir erênî lîstiye.
Wî her wiha dilsoziya serkirdeyên HSDyê bi başî nirxand ku “fêm kirin mafên wan hatine parastin û pêdivî nake dilopek xwîn jî were rijandin.”
Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê
Olabî li ser wê pirsê ku Kurdan li hemberî belavkirina HSDyê bi pratîkî çi bi dest xistiye diyar kir ku ev lihevtêgihîştin tenê bi biryarnameya Serokkomariyê ya hejmara 13an ve nehatiye girêdan, gelek aliyên din ên erênî jî hene û got:
"Gava ewil vegera bi hezaran welatiyan a cih û warên wan ên li Efrîn û deverên din e ku ev bi xwe karekî gelekî baş e.
Ji bilî vê, Kurd dê bibin beşeke sereke ya dewletê û dê di nav hêzên çekdar, hikûmet û parlamentoyê de xwedî postên bilind bin.
Me ti carî dijminatiya Kurdan nekiriye, tenê cudahiya nêrînan hebû û niha em bi hev re Sûriyeya nû ber bi pêş ve dibin."
Zimanê Kurdî di destûra nû de
Olabî derbarê bicihkirina mafên ziman û perwerdeya Kurdî di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de amaje pê kir ku ev mijar dê di qonaxa veguhestina siyasî de û di dema amadekirina destûrê de were gotûbêjkirin.
Hevpeyvîna Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî ya bi Namo Ebdullah re:
Rûdaw: HSD û Sûriyeyê bi temamî li ser çi li hev kir ku bû sedema fesixkirina HSDyê?
Îbrahîm Olabî: Beriya her tiştî, ev kêliyeke dîrokî bû. Bi baweriya min we îro li Konseya Ewlehiyê bihîst, her kes bi rastî bi vê kêliyê dilxweş bû. Lê ev kêlî piştî xebateke zêde ya di navbera HSD û hikûmetê de ji bo yekbûnê hat. Aqilmendiyeke zêde hebû ku digot şer ne bijarde ye. Maf jî ne tiştek in ku hikûmet bibêje divê tu ji bo wan şer bikî, çimkî maf bi çendîn awayên cuda hatine dabînkirin. Ew bi rastî kêliyek bû ku wekî min got, nêrînên teng ên ji bo dewletê yan koman, bi ramaneke niştimanî ya berfirehtir hatin derbaskirin ku her kes kom kir. Nexwe ev encamek bû. Ev kêlî, encama hemû wî karê mezin bû ku hat kirin. Hûrgiliyên temam ên postan û tiştên din hîn bi fermî nehatine eşkerekirin. Li vir û li wir gotegot hene. Gava min bihîst, hûn dê jî bibihîzin lê bi baweriya min tiştê ku min di van çend rojên dawî de bihîstiye, tenê dilxweşî û pesndayîn bû ku em dikarin bibin mînakek ji bo wê yekê ku dewlet bi rastî çawa tê avakirin.
Rûdaw: Pirseke ku Kurd bi berdewamî li ser torên civakî dikin ev e; bi awayekî berbiçav, Kurdan li hemberî belavkirina artêşa xwe çi bi dest xistiye?
Îbrahîm Olabî: Ducare dibêjim, belavkirin encam bû. Ewil û beriya her tiştî, ew maf bûn ku biryarnameya hejmara 13an dabîn kirin. Lê ew tenê bi dan û standinan ve nehatibû girêdan. Serok bi zelalî got ku ew tiştek e ku divê di her rewşê de çêbibe. Vegera xelkê ya Efrînê û cihên din. Em dibînin ku bi hezaran kes vedigerin cih û warên xwe yên resen, ev jî tiştekî gelekî baş e. Bûna beşek ji dewletê, posta bilind di artêşê de, posta bilind di hikûmetê de, endamtiya parlamentoyê. Bi giştî, ti carî şer li gel Kurdan nebûye. Aliyên cuda û nêrînên cuda hebûn, ji ber tecrubeyên cuda. Paşê di salekê de me karî em bi hev re wê bikin û niha jî em bi hev re Sûriyeyê ber bi pêş ve dibin.
Rûdaw: Ma mafên Kurdan, wekî mînak mafên zimanê Kurdî û xwendinê, dê di destûrê de werin bicihkirin? Ma sozeke wiha bi serkirdeyên Kurd re hatiye dayîn?
Îbrahîm Olabî: Ev, wekî hûn dizanin, tiştek e ku di qonaxa veguhestina siyasî de di gava paşerojê de tê axaftin. Em dê bibînin destûr çawa tê amadekirin û dê kî li wir be. Lê bi baweriya min hemû nîşan, ne tenê nîşan lê hemû ew karên ku hikûmetê ji roja ewil ve kirine, di warê dan û standin û destnîşankirin û tiştên din de... Ew lîsteya ku Serok destnîşan kir, kesayetên Kurd ji bo parlamentoyê tê de hebûn. Jineke me ya Kurd heye ku bi cil û bergên resen ên Kurdî di parlamentoyê de rûniştiye, ji bo cara ewil di dîrokê de, ev ne tiştek e ku me berê dîtibe. Nexwe hemû ev tişt nîşan didin ku di bingeh de ti dijminatî li hemberî wê yekê nîne ku tu dibêjî bila bixebitin nav destûrê. Lê dê li ser were axaftin, dê çi bikeve nav destûrê û çi nekeve û dê çawa were kirin. Ev jî ew xweşikiya Sûriyeya nû ye ku bi rastî heye.
Rûdaw: Pirsa dawî, me dît Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê çû Şamê û li gel Serok Ehmed Şer civîya. Hûn dikarin ji me re bibêjin ku Serok Nêçîrvan Barzanî di hemû pêvajoya yekbûnê de çi rol lîst?
Îbrahîm Olabî: Ev jî serdaneke dîrokî bû. We dît, bi baweriya min, Serok Şer piştî wê, bi zaravayekî Kurdî, bi Kurmancî, peyamek belav kir. Ducare bi baweriya min, serokekî Sûriyeyê tiştekî wiha nekiriye, belkî di Komkara Ereban de jî tiştekî wiha berê çênebûbe. Bê guman. Nexwe ev kêliyeke mezin e. Belê, Herêmê di hêsankarî û navbeynkariyê de, di zelalkirina rewşê de û di diyarkirina hevpeyman û dijminan de roleke erênî lîst. Nexwe belê, bi giştî pêvajoyeke baş bû. Herêma Kurdistanê û bira û xwişkên me yên Kurd ên li Îraqê jî, bi baweriya min, roleke pir erênî lîst, ji bilî aliyên navneteweyî. Lê hevpeymanên me yên navxwe yên li Sûriyeyê jî, serkirdeyên HSDyê, bi rastî ji rewşê fêm kirin. Wan fêm kir ku mafên wan hatine dabînkirin û pêdivî nake dilopek xwîn jî were rijandin, wekî Serok gotiye. Niha jî fêm kirin û Sûriye gihandin wî cihê ku niha lê ye. Ji ber wê ez gelekî dilxweş im.
Rûdaw: Min zû got. Pirseke din jî ez dixwazim bikim, şervanên jin, tê gotin ku dê di nava Wezareta Karên Navxwe de bin. Rapor wisa dibêjin û wek mînak Al-Monitor wisa dibêje. Ma ev rast e? Bi temamî dê çi rolê bilîzin, dê di çarçoveya dijîterorê de bin, wisa ye?
Îbrahîm Olabî: Mebesta min ew e, niha hemû ew mijarên gotûbêjê ne, wekî îro alîkarê nûnerê taybet jî behsa van axaftinan kir. Ew di civîna bi Serok Şer re de jî amade bûn. We ew li Koşkê dîtin. Nexwe ev mijarên gotûbêjê ne. Lê hemû atmosfer ew e ku em dixwazin bi hev re ji bo paşerojekê, ji bo Sûriyeyeke baştir ku bi rastî hêjayî her kesî be bixebitin.
Rûdaw: Hîn li ser wê yekê li hev nekirine ku dê çi rolekê bibînin?
Îbrahîm Olabî: Ji vir, ji New Yorkê, ew cure tişt nagihin min. Pir bi lez diqewimin lê ez piştrast im gava li ser li hev kirin, dê were eşkerekirin û her kes dê bizanibe.



