Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Sûriyeyê Ridwan Sîdo rexne li awayê bicihanîna biryara naskirina zimanê Kurdî girt û got, “Divê perwerdeya li herêmên Kurdan bi temamî bi Kurdî be.”
Wî ragihand ku rêkarên Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê fermana serokatiyê ji naveroka wê vala kiriye.
Ridwan Sîdo di rûniştina parlamentoyê de axivî.
Sîdo destnîşan kir ku naskirina Kurdî wekî zimanê neteweyî pêngaveke girîng e.
"Divê perwerde bi temamî bi zimanê Kurdî be"
Wî anî zimên ku divê li herêmên Kurdan perwerde bi temamî bi zimanê Kurdî be.
Sîdo her wiha diyar kir ku nabe ew maf tenê di sê dersên bijartî de were sînordarkirin.
"Biryar ji naveroka wê hat valakirin"
Wî bal kişand ser bernameya xwendinê û wiha got:
"Birêz Serok, hevkarên hêja û birêz Wezîr, di madeya 3yemîn a Fermana Hejmar 13an a sala 2026an de zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî hat pesendkirin.
Li gorî fermanê, diviyabû li wan herêmên ku Kurd li wan pir in destûr bihatana dayîn.
Pêwîst bû di dibistanên giştî û yên taybet de zimanê Kurdî wekî beşek ji bernameya xwendinê ya vebijarkî were fêrkirin. Her wiha diviyabû wekî çalakiyeke çandî û perwerdeyî jî cih bigirta."
Mafê hilbijartina azad
Sîdo li ser kêmasiyên rêziknameyê hişyarî da û wiha pê de çû:
"Lê rêzikname û rêbazên bicihanînê yên ku hatin weşandin, ev ferman ji naveroka wê ya erênî û neteweyî vala kir.
Qebûlkirina Kurdî wekî zimanekî neteweyî pêwîst dikir ku li herêmên Kurdan perwerde bi zimanê Kurdî be.
Nabe ku ev maf tenê bi 3 dersên vebijarkî were sînordarkirin. Pêwîst bû li wan deveran li kêleka zimanê Erebî bernameyên fermî yên xwendinê bi zimanê Kurdî jî hebûna."
Ridwan Sîdo di dawiya axaftina xwe de pirsî, "Diviyabû mafê hilbijartina azad ji bo xwendekaran bihata misogerkirin da ku bernameya bi dilê xwe hilbijêrin. Lê pirs ev e: Gelo ev 'bernameya bijartî' çawa hat şîrovekirin?"


