Hewlêr (Rûdaw) - Li Şamê nîqaşên li ser çarenivîsa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên di çarçoveya entegrasyonê de berdewam dikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku erkê HSDyê bi dawî hatiye û ew dê bi temamî tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.
Di heman demê de, kar ji bo tevlîbûna Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û hêzên Asayîşê yên di nav Wezareta Karên Navxwe de berdewam dike.
Li hêla din, 3 biryarnameyên girîng tên çaverêkirin ku postên bilind bidin Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê û zimanê Kurdî bibe zimanekî perwerdeyê li Sûriyeyê.
Bi vê daxuyaniya Mezlûm Ebdî re pêvajoa entegrasyonê derbasî qonaxeke nû dibe.
Wekî bipêşketina nû ya vê pêvajoyê, Hêzên Asayîşa Kurdan jî li Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê di bin sîwana Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê de beşdar bûn.
Fermandarekî Asayîşa Giştî ji Rûdawê re da zanîn ku niha kar li ser wê yekê tê kirin ku YPJ jî tevlî Wezareta Karên Navxwe bibe.
“Jin jî dikarin ewlehiyê biparêzin”
Endama Asayîşa Parêzgeha Hesekê Mîdya Miqdadê diyar kir ku ew hewl didin di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Wezareta Karên Navxwe de cih bigirin.
Mîdya Miqdadê li ser rola jinan a di nav hêzên ewlehiyê de got:
“Jin dikarin bibin çavkaniya herî mezin û sereke ji bo xurtkirina ewlehiya civakê.
Ne tenê aliyek dikare ewlehiyê biparêze, jin jî dikarin civakê ji tawan û kiryarên derveyî qanûnê xelas bikin.
Nûner û fermandarên me niha di nav nîqaşên bi vî rengî de ne da ku pêvajoa entegrasyonê bi dawî bibe.
Em jî wekî hêza ewlekariya hundirîn dixwazin para xwe ji vê yekê wergirin û li bajarê Efrînê jî cihê xwe di nav van kar û xebatan de bigirin û xebatên xwe zêdetir û xurttir bikin.”
YPJ tevlî Wezareta Karên Navxwe dibe
Dan û standin û civînên ji bo çareserkirina dosyeyên têkildarî pêvajoa entegrasyonê berdewam dikin.
Yek ji dosyeyên herî nakok çarenivîsa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bû.
Piştî ku tevlîbûna YPJyê ya nav artêşa Sûriyeyê hat redkirin, hat qebûlkirin ku ew tevlî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bibin.
Birêvebera Peymangeha Polîsên Jin a Wezareta Karên Navxwe Huda Sercawiyê li ser civîn û hevdîtinên têkildarî tevlîbûna YPJyê agahî dan.
Huda Sercawiyê got, “Madem dê entegrasyon were kirin, bê guman dê bi YPJyê re hevahengî jî hebe lê hîn peymana dawî çênebûye.
Me civînek kir û hinek fermandarên YPJyê hatin peymangehê. Ji bo hevahengiyê planek heye.”
3 biryarnameyên dîrokî tên çaverêkirin
Li aliyê din, tê çaverêkirin ku ji bo temamkirina vê pêvajoê 3 biryarnameyên (mersûm) nû werin derxistin.
Li gorî agahiyan, dê bi du biryarnameyan ji bo Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê postên pilebilind bên dayîn.
Her wiha tê çaverêkirin ku bi biryarnameya sêyem jî zimanê Kurdî derbasî nav pergala xwendina fermî ya Sûriyeyê bibe.
Eger ev biryar pêk were, dê di dîroka Sûriyeyê de bibe cara yekem ku Kurdî di perwerdeya fermî de bi awayekî qanûnî cih digire.


