Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi biryareke fermî xwendina zimanê Kurdî li dibistanên fermî û taybet ên li herêmên ku Kurd lê dijîn pesend kir.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko îro biryareke nû îmze kir.
Li gorî biryarê, zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî tê qebûlkirin û dê di hemû qonaxên xwendinê de bibe beşek ji mufredata fermî ya Sûriyeyê.
Zimanê Kurdî bû beşek ji mufredata fermî
Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku armanca vê gavê parastina mafên çandî û zimanî û xurtkirina cihêrengiya çandî ye.
Li gorî xala duyem a biryarê, xwendekaran dê heftane 3 dersên zimanê Kurdî bibînin.
Ev ders dê li gel zimanên Erebî û Îngilîzî werin dayîn û notên zimanê Kurdî dê li ser nota giştî ya dawiya salê werin hesabkirin.
Her wiha heftane derseke çalakiyan jî dê bi zimanê Kurdî bê dayîn.
Ji bo qonaxa derbasbûnê hêsankarî
Wezareta Perwerdeyê ji bo sala yekem a xwendinê hêsankariyek jî ragihand.
Xwendekar dikarin di sala yekem de dersên Civaknasî, Dîrok, Erdnîgarî û Felsefeyê li gorî dilê xwe bi Erebî an jî bi Kurdî bixwînin.
Lê ev mafê hilbijartinê dê tenê ji bo sala yekem a piştî derketina biryarê derbasdar be.
Navenda Niştimanî ya Bipêşxistina Mufredatê hat erkdarkirin ku mufredata zimanê Kurdî ji bo hemû qonaxan amade bike.
Mercên ji bo mamosteyan
Di xala sêyem a biryarê de mercên ji bo mamosteyên ku dê zimanê Kurdî bidin hatin eşkerekirin.
Birêvebiriya Perwerdeyê hat erkdarkirin ku kadroyên pêwîst dabîn bike.
Kesên ku zanîngeh an jî peymangehên mamostetiyê qedandine û bi Kurdî baş dizanin dikarin bibin mamoste.
Di rewşên pêwîst de, kesên ku lîse qedandine û bi Kurdî baş dizanin jî dikarin werin erkdarkirin.
Lê belê, ji bo hemû berbijêran şert e ku di îmtîhanên nivîskî û devkî yên zimanê Kurdî de bi ser bikevin.



