Şam (Rûdaw) - Ehmed Hîlalî eşkere kir ku heta niha zêdetirî 20 hezar karmendên Rêveberiya Xweser ketine ser hikûmeta Sûriyeyê û meaşên xwe standine.
Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî her wiha da zanîn ku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dê tev li Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bibin.
Li Şama paytexta Sûriyeyê Pêşangeha Bazirganî û Pîşesaziyê tê lidarxistin.
Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî li pêşangehê pirsên Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin.
Ehmed Hîlalî diyar kir ku şandeyên biyanî jî beşdarî pêşangehê bûne û ev yek piştî derxistina Sûriyeyê ya ji lîsteya terorê pêngaveke gelekî baş e.
Hîlalî li ser pirsa entegrasyona karmendên Rêveberiya Xweser û mamosteyan got:
"Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand ku saziyên Rêveberiya Xweser dê bibin beşeke dewletê.
Ev pêvajo berdewam dike û karmend derbasî pergala dewletê dibin."
Nûçegihana Rûdawê pirsa çarenivîsa 4 hezar mamosteyên li Hisîçayê û taxên Kurdan ên li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê) kir.
Hîlalî di bersiva pirsê de anî ziman:
"Ew ne tenê 4 hezar in, ew beşek in. Heta niha zêdetirî 20 hezar karmend ketine ser hikûmetê û Wezareta Parastinê 3 meaşên wan jî hatine dayîn.
Ev pêvajo nesekiniye û berdewam dike. Cudahiyên di navbera wezaret û ofîsan de tên çareserkirin. Ev gava Mezlûm Ebdî gelekî baş bû."
Çarenivîsa YPJyê
Ehmed Hîlalî li ser pirsa "Çarenivîsa YPJyê dê çi be?" eşkere kir ku xebatên li ser vê mijarê berdewam dikin û da zanîn:
"Ew nêzîk in ku bi Wezîrê Karên Navxwe re rûnin.
Ew dê di bin banê Wezareta Karên Navxwe û Hêzên Ewlehiya Hundirîn de cih bigirin."
Balafirgeha Qamişloyê û Deriyê Sêmalkayê
Ehmed Hîlalî li ser vekirina deriyên Qamişlo-Nisêbîn û Sêmalkayê (Pêşxabûr) jî agahî dan û got:
"Ev mijareke endazyariyê ye. Hinek pir şikestine û endezyar li ser dixebitin.
Em hêvî dikin ku îsal ev pirsgirêk çareser bibe.
Em li ser vekirina Deriyê Qamişlo-Nisêbînê jî dixebitin û hêvî dikin ku heta sersalê were vekirin."
Hîlalî her wiha da zanîn ku Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser fermîkirina deriyan dixebite û dê konsulxane jî vebin ku ev yek dê ji bo herêmê û Kurdistanê jî gelekî baş bibe.
Li ser Balafirgeha Qamişloyê jî Hîlalî mizgîniyek da û got:
"Saziya Firokevaniyê ragihand ku ji sedî 80ê karên balafirgehê xelas bûne.
Em hêvî dikin ku di nava mehekê de bibe balafirgeheke navneteweyî."


