Hewlêr (Rûdaw) - Sûriye çaverê dike ku di demeke nêzîk de dan û standinên bi Îsraîlê re dest pê bikin.
Ev dan û standin li ser peymaneke ewlehiyê ne û Şam hêvî dike ku bi vê peymanê Îsraîl ji xaka Sûriyeyê vekişe.
Wezîrekî payebilind ê Sûriyeyê bangî Îsraîlê kir ku vê "derfeta dîrokî" bi kar bîne çimkî deriyê dîplomasiyê vekirî ye.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî şemiyê li Şamê ji Reutersê re axivî.
Ev hevpeyvîn çend roj piştî ku Îsraîlê balafirgeha Ebû Zuhurê ya li Îdlibê bombebaran kir hat kirin.
Şeybanî destnîşan kir ku karê sereke yê Şamê rawestandina êrişên Îsraîlê ye û di vî warî de pêwîstî bi gavên avakirina baweriyê heye.
Washington zêdetirî salekê ye hewl dide peymaneke ewlehiyê di navbera Îsraîl û hikûmeta Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de pêk bîne.
Ehmed Şer li Rojhilata Navîn hevalbendekî nû yê Amerîkayê ye.
Lê belê ev hewldan bêencam man ji ber ku Îsraîlê hêzên xwe şandin nav xaka Sûriyeyê.
Îsraîlê bi tohmeta gefên li ser ewlehiya xwe êrişî saziyên hikûmetê kir.
Qutbûna têkiliyan û hêviya dan û standinên nû
Şeybanî diyar kir ku dan û standinên li ser peymana ewlehiyê ji destpêka şerê Îranê ve rawestiyane.
Lê wî hêvî kir ku ev dan û standin ji nû ve dest pê bikin.
Li gorî gotina wî, piştî êrişa li ser balafirgehe Ebû Zuhurê pêwendiya Sûriye û Îsraîlê qut bûye.
Şeybanî got, "Em bawer dikin ku divê têkilî hebe, bi taybetî bi aliyekî re ku bi berdewamî gefê li ewlehiya Sûriyeyê dixwe.
Lê eger ev têkilî encaman nede wê demê pêwîstiya me pê nîne. Em niha ji Îsraîlê bawer nakin."
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê bersiv neda daxwazên ji bo nirxandina vê mijarê.
Zexta Amerîkayê
Ehmed Şer diyar kiriye ku Sûriye nabe gef ji bo welatên din.
Wî da zanîn ku Şam piştî 14 salên şer tenê bala xwe dide ser avakirina welêt.
Piştî ku Beşar Esed ji desthilatê hat xistin rayedarên Îsraîlê qala gelek metirsiyan kir.
Hinek rayedarên Îsraîlê par desthilatdarên nû wekî "cîhadiyên veşartî" pênase kirin.
Tevî van îdiayan jî Ehmed Şer têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re xurt kirin.
Piştî ku Esed sala 2024an ket, Îsraîlê dest danî ser hinek deverên li başûrrojavayê Sûriyeyê.
Îsraîlê wekî sedem parastina welatiyên xwe nîşan da û bi dehan baregehên leşkerî yên Sûriyeyê bombebaran kirin.
Şeybanî got, "Îsraîl hewl dide ku bi zora hêzê ewlehiya xwe biparêze lê ev yek li ti cihî bi ser neketiye.
Ez bawer im ku dê dan û standin di demeke nêzîk de dîsa dest pê bikin."
Lê belê hîn ti dem ji bo destpêkirina dan û standinan nehatiye diyarkirin.
Şeybanî li ser helwesta Amerîkayê jî got, "Amerîka bi berdewamî hewl dide zextê li Îsraîlê bike da ku vegere ser maseya diyalogê."
"Sûriye destê xwe dirêj dike"
Li ser pirsa "Tu çi qasî geşbîn î?", Şeybanî ev bersiv da, "Gelekî zehmet e ku mirov pişta xwe bi Îsraîlê ve girêbide."
Lê wî diyar kir ku hêviyeke "gelekî mezin" a Sûriyeyê heye ku bi cîranên xwe re têkiliyên asayî ava bike û got:
"Sûriye ji bo lihevkirin, aştî, dîplomasî û aramiya herêmî destê xwe dirêj dike."
Sûriyeyê daxwaza Îsraîlê ya ji bo peymanê nedît
Aloziyên li ser Sûriyeyê sêşemê careke din derketin holê.
Îsraîlê wê rojê balafirgeha Ebû Zuhûrê ya li Îdlibê bombebaran kir.
Îsraîlê îdia kir ku Şam dixwaze rê bide hêzên Tirkiyeyê da ku li wê derê bi cih bibin. Sûriye û Tirkiyeyê ev îdia red kir.
Şeybanî diyar kir ku Sûriye rêzê li dilgiraniyên ewlehiyê yên Îsraîlê digire.
Lê wî da zanîn ku divê Îsraîl jî rêzê li dilgiraniyên Sûriyeyê bigire.
Vê yekê bikaranîna asmanê Sûriyeyê, êrişên Îsraîlê û desteserkirinên li başûrê welêt jî li xwe digire.
Şeybanî eşkere kir ku destpêka îsal her du alî "li ser kaxezê hema bêje li ser her tiştî li hev kiribûn".
Ev peymana ewlehiyê dê Îsraîlê mecbûr bikira ku êrişên li ser Sûriyeyê rawestîne.
Her wiha ev peyman girêdayî vekişîna Îsraîlê ya ji wan deveran bû ku piştî ketina Esed hatibûn kontrolkirin.
Peyman dê çend herêmên ewlehiyê yên di nav xaka Sûriyeyê de û li nêzîkî sînorê Îsraîlê li xwe bigirta.
Yek ji van herêman dê herêmeke tampon bûya û dê tenê hêzên Neteweyên Yekbûyî li wê derê bimana.
Li herêmên din jî dê hêzên Sûriyeyê bi astên cuda yên hêzê bi cih bibûna.
Lê Şeybanî diyar kir ku Îsraîl hewl dide ku ji bicihkirina peymanê bireve û got:
"Me nedît ku îradeyeke wan a rasteqîn ji bo gihîştina peymanekê heye."
Girên Golanê
Sûriye û Îsraîl ji 1948an ve ji aliyê teknîkî ve di rewşa şer de ne.
Îsraîlê di şerê sala 1967an de dest danî ser Girên Golanê yên Sûriyeyê.
Şeybanî destnîşan kir ku niha karê sereke ew e ku "berî gihîştina peymaneke ewlehiyê êrişên Îsraîlê werin rawestandin" û got:
"Dibe ku em paşê karibin deriyê mijarên aştiyê û Golanê vekin."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack sêşemê got ku Washington hewl dide mekanîzmayekê ava bike.
Armanca vê mekanîzmayê rêlibergirtina şerê di navbera Îsraîl, Tirkiye û Sûriyeyê de ye.
Şeybanî diyar kir ku hîn ti peyman li ser mekanîzmayê nîne.
Wî da zanîn ku divê ev mekanîzma li şûna "kûrkirina dagirkeriya Îsraîlê", êrişan rawestîne û rê ji bo peymana ewlehiyê veke.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê demildest bersiv neda daxwazên ji bo nirxandina mijarê.
Wezirê Karên Derve yê Sûriyeyê diyar kir ku Îsraîlê piştî peyama Sûriyeyê jî êrişî Ebû Zuhûrê kiriye.
Sûriyeyê di peyama xwe de anîbû zimên ku ew der nabe baregeheke Tirkiyeyê.
Şeybanî da zanîn ku Sûriye di warê perwerdeya leşkerî û hevkariyê de sûdê ji piştgiriya Tirkiyeyê dibîne.
Wî bi bîr anî ku ev rewş ji bo Urdin, Erebistana Siûdî û welatên din jî wisa ye.
Şeybanî eşkere kir ku Şam ji ber piştgiriya Tirkiyeyê ya di avakirina artêşa wan de spasdar e û got: "Em dê dev ji vê piştgiriyê bernedin."



