Şam (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê ji bo mamostetiya zimanê Kurdî 120 kesan serî lê dabû.
Ji 21 kesên ku ketin îmtîhanê 18 kes bi ser ketin û ew mamoste dê li zêdetirî 16 dibistanên Şamê dest bi kar bikin.
Vana Cumeayê 8 salan li navçeya Dirbêsiyê mamostetiya zimanê Kurdî kiriye.
Ew niha ev 2 sal in ku li Şamê dijî.
Vana Cumea jî yek ji wan kesan e ku di îmtîhanê de bi ser ketiye.
Vana Cumea dê êdî li dibistanên fermî yên Sûriyeyê wekî mamosteyeke zimanê Kurdî bixebite.
Vanayê li ser îmtîhanê ev agahî dan:
"Encama îmtîhana min ji 100î 75 bû. Min îmtîhana nivîskî berê dabû û îro jî ez ketim îmtîhana devkî. Pirs bi awayekî giştî di hundirê birêvebiriyê de hatin pirsîn."
Li Hemayê mamoste peyda nebûn
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê 5 dibistanên parêzgeha Hemayê ji bo zimanê Kurdî destnîşan kiribûn.
Di îmtîhana yekem a mamosteyan de 6 kes beşdar bûbûn.
Lê belê ti kesî ji wan pîvanên mamostetiyê pêk neanîn. Ji ber vê yekê parêzgeha Hemayê bê mamosteyên zimanê Kurdî ma.
Bi hewldanên xwe fêrî Kurdî bûye
Mihemed Ebdê 68 salî ye û ji Taxa Kurdan a Şamê ye.
Wî di nava 48 salan de bi hewldanên xwe, xwe fêrî zimanê Kurdî kiriye.
Çavên wî tijî hêsir bûn û wî qala wan rojên zehmet kir.
Mihemed Ebdê anî zimên ku hevalekî wî yê xwendinê şehîd ketiye û yê din jî bûye penaber.
Wî her wiha da zanîn ku Apê Osman Sebrî di warê ziman de piştgirî dida wan.
Mihemed Ebdê di îmtîhanê de bi ser ketiye û wî biryar daye ku biçe Hemayê.
Mihemed Ebdê li ser biryara xwe got:
"Ez dikarim li Taxa Kurdan jî bimînim û xwendekarên min hebin. Wê demê dê dibistan nêzîkî min be. Lê ez dixwazim biçim parêzgeha Hemayê, ji ber ku ez dixwazim cihê xwe biguherînim.
Her wiha ez dixwazim tecrubeya xwe bidim Kurdên Hemayê û kesan fêrî zimanê Kurdî bikim da ku paşê ew bi xwe bibin mamoste. Ji ber vê yekê min biryar da ku biçim parêzgeha Hemayê."
Zêdetirî 1500 dibistanî hatine destnîşankirin
Li seranserê Sûriyeyê ji bo perwerdeya zimanê Kurdî zêdetirî 1500 dibistanî hatine destnîşankirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka îsal biryarek da.
Li gorî biryarê, dê mamosteyên zimanê Kurdî ji Hisîçayê bibin Hemayê.
Nêzîkî mehekê ye ku pêvajoya xwendinê li Sûriyeyê dest pê kiriye.
Lê heta niha pirtûk û mamosteyên zimanê Kurdî derbasî dibistanên Şama paytext nebûne.


