Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna li bajarê Ceremanayê yê Sûriyeyê şermezar kir.
Ev bajar li nêzîkî Şamê ye û di teqînê de otobuseke rêwiyan hat hedefgirtin û 14 kes birîndar bûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em teqîna li Ceremanayê ya ku otobuseke rêwiyan kir armanc û gelek kes tê de birîndar bûn bi tundî şermezar dikin."
Ji ber vê bûyera dilêş Serokatiya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Komara Erebî ya Sûriyeyê, gelê Sûriyeyê û malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwaze. Em ji hemû birîndaran re jî şifayeke lezgîn dixwazin."
Teqîn li Ceremanayê çêbû
6ê Tebaxê bi şev li Kolana Rewdayê ya li navenda Ceremanayê bombeyek di nav mînîbuseke rêwiyan de hat teqandin.
Ceremana li başûrrojhilatê Şamê ye. Li vî bajarî piranî Durzî û Xiristiyan dijîn.
14 kes birîndar bûn
Rayedarên Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya destpêkê de gotibû ku di teqînê de du kes mirine û nêzîkî 14 kesan jî birîndar bûne.
Lê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê 7ê Tebaxê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di bûyerê de ti kes nemiriye.
Wezaretê ragihand ku 14 kes birîndar bûne û birînên 3 kesan ji wan giran in.
Rayedaran da zanîn ku ew perçeyên laşên mirovan ên ku li cihê bûyerê hatine dîtin ên wan birîndarên giran in ku paşê hatine emeliyatkirin.
Komeke nenas a bi navê "Mînberul Ensaruresul" teqîn girt ser xwe.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê piştî bûyerê herêm dorpêç kiriye û li ser êrişê dest bi lêpirsînê kiriye.



