Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke ewlehiyê ya li Şamê ji nûçegihana Rûdawê re ragihand ku li navçeya Ceremanayê ya Şamê teqînek çêbûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê jî eşkere kir ku di teqînê de 2 kes mirine û 13 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê dane, teqîn li navçeya Ceremanayê ya Şama paytexta Sûriyeyê çêbûye.
Hat ragihandin ku teqîn ji ber bombeyeke berê di nav otomobîleke veguhastina karmendan de hatibûye danîn çêbûye.
Piraniya şêniyên Ceremanayê Durzî ne.
Nûçegihana Rûdawê diyar kir ku lêpirsîn di qonaxa destpêkê de ne.
Piştî teqînê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di teqînê de 2 kes mirine û 13 kes jî birîndar bûne.



