Şam (Rûdaw) - Wezîrê Birêvebiriyên Herêmî û Jîngehê yê Sûriyeyê Mihemed Enciranî li ser tevlîkirina karmendên Rêveberiya Xweser a li Reqa û Dêrezorê ji bo Rûdawê axivî.
Nûçegihana Rûdawê ya Şamê Solîn Mihemed Emînê li ser mijara entegrasyona karmendan ji Wezîrê Birêvebiriyên Herêmî û Jîngehê yê Sûriyeyê Mihemed Enciranî çend tişt pirsîn.
Mihemed Enciranî diyar kir ku li Sûriyeyê gelek rewşên cuda yên karmendan hene û ew vê pêvajoyê bi planeke birêxistî bi rê ve dibin.
Wezîrê Sûriyeyê eşkere kir ku wan qonaxa yekem bi dawî kiriye û biryarên li ser vegerandina karmendên ku berê ji kar hatibûn derxistin îmze kirine.
Enciranî da zanîn ku piştî peymana 29ê Kanûna Paşîn qonaxa duyem dest pê kiriye û got:
"Em niha li ser dosyeya karmendên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dixebitin.
Di nav wan de karmendên Rêveberiya Xweser, yên berê ji kar hatine derxistin û karmendên niha li ser kar in hene."
Mihemed Enciranî ragihand ku ew bi parêzgehên Hisîça, Reqa, çolterên Dêrezorê û her wiha çolterên Helebê re di pêwendiyê de ne û destnîşan kir ku hevpeyvîn bi karmendan re tên kirin ku nasnameyên wan werin piştrastkirin û navên xeyalî dernekevin.
Enciranî xwest ku hemû karmend serî li birêvebiriyên xwe bidin, amarên xwe rast bikin û qeydên xwe temam bikin.
"Kes ji lîsteyan nehatiye derxistin"
Wezîrê Sûriyeyê li ser pirsa "Gelo lîsteyên taybet hene ku hinek karmend ji pêvajoyê hatine derxistin?" got:
"Na, kes nehatiye derxistin. Em li ser lîsteyên ku ji aliyê birêvebirî û şaredariyan ve tên şandin dixebitin.
Armanca me ew e ku li ser parêzgehan barê birêvebiriyê zêde nebe û pergala birêvebiriyê bi zêdebûna karmendên ku xizmeteke rasterast pêşkêş nakin nebe."


