Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd a li bajarokê Tebqayê yê Reqayê ragihand ku kurê wan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve hatiye revandin.
Malbat ji bo eşkerebûna çarenivîsa kurê xwe bangî aliyên pêwendîdar dike.
Mizgîn Dawid Hesê 3yê Tebaxê piştî bûyereke reşandina guleyan a li nêzîkî mala wan hat desteserkirin, ji wê rojê ve nayê zanîn ka ew li kû derê ye.
Serokê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Abdulrehman li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir:
"Sibeha roja Duşemê li bajarê Tebqayê çend kesan gule li mala Mizgîn reşandin.
Piştî ku hêzên ewlehiyê gihîştin wê derê, li şûna ku êrişkaran bigirin wan Mizgîn desteser kir."
Gefên li ser Kurdan
Malbata Mizgîn ku ji SOHRê re axiviye, eşkere kir ku berê kesekî bi navê Îbrahîm Hebîcan gef li wan xwariye.
Li gorî gotina malbatê, sedema van gefan tenê dijberiya hebûna Kurdan a li bajarê Tebqayê ye.
Malbatê ragihand ku wan giliyê yasayî jî kiriye lê kurê wan hîn nehatiye berdan.
Banga malbatê
Birayê Mizgîn li ser rewşa wî got:
"Em dixwazin ku cihê Mizgîn were eşkerekirin û em ji silametiya canê wî piştrast bin.
Heke ti bingehên yasayî yên girtina wî nebin, divê were berdan."
Malbatê da zanîn ku ew kesê ku gef xwariye nas dikin lê heta niha ti rêkarên yasayî li dijî wî nehatine standin.
SOHRê jî diyar kir ku agahiyên wan li ser wî kesî hene lê heta niha ji aliyên ewlehiyê ti bersivên fermî wernegirtine.




