Hewlêr (Rûdaw) - Îlham Ehmed, Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer îro li Şamê li hev dicivin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îro li Şama paytexta Sûriyeyê dicivin.
Çavkaniyeke berpirs a ji nav Rêveberiya Xweser a ku nexwest em navê wê eşkere bikin ji Rûdawê eşkere kir ku îro Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed îro li Şamê bi Ehmed Şer re dicivin.
Li gorî agahiyên wê çavkaniyê, di civînê de dê “pêvajoya tevlîbûna HSDyê ya nav artêşê û ew gavên ku di çarçoveya peymana 29ê Kanûnê Pêşîn de hatine avêtin” werin gotûbêjkirin.
Civîna dawî ya di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de 16ê Nîsana îsal bû.
Di wê civînê de ji bilî Îlham Ehmedê, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Nûnerê Tîma Serokatiya Sûriyeyê ya ji bo Pêkanîna Peymana 29ê Kanûna Pêşîn Ziyad Ayiş jî amade bûn.
Bandora serdana Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Şamê bû û li gel Ehmed Şer hevdîtinek kiribû.
Mezlûm Ebdî jî li ser vê serdanê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
"Birêz Nêçîrvan Barzanî di piştgiriya Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê û bi giştî li Kurdistanê de her tim roleke girîng lîstiye.
Em di wê baweriyê de ne ku ev serdan dê bandoreke erênî li ser aramiya Sûriyeyê û çareserkirina Pirsgirêka Kurdan a li herêmê bike."


