Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke nû ya ku di kovara zanistî “Heritage”yê de 23yê Tîrmeha 2026an hatiye weşandin, li Sûriyeyê ji sedî 59ê şûnwarên dîrokî rûbirûyî talankirinê bûne.
Di lêkolînê de tê diyarkirin ku herêma Efrînê yek ji wan deveran e ku herî zêde rûbirûyî rûxandin û kolandina birêkûpêk a bi makîneyên giran (buldozeran) bûye.
Heritage kovareke zanistî ya navnereweyî ye ku girîngiyê dide zanistên mîrata çandî û xwezayî û mehane ji aliyê saziya weşanê MDPIyê ve (navenda wê li bajarê Basela Swîsreyê ye) tê weşandin.
Ev lêkolîna dawî ya Heritageyê xwe dispêre analîzkirina wêneyên peykan (satelayt) ên nû yên nêzîkî 199 şûnwarên dîrokî yên li Sûriyeyê.
Di encamê de bajarê Efrînê wekî yekê ji wan herêmên ku herî zêde rûbirûyî talankirina bi rêya amûr û makîneyên giran bûye, hat nîşandan.
Lêkolîneran zererên li şûnwarên dîrokî dabeşî çar beşên sereke kirine: Talankirina klasîk, talankirina bi makîneyên giran (buldozer), leşkerîkirin û avakirina avahî û kampan a li ser şûnwarên dîrokî.
Ji sedî 59ê şûnwaran rûbirûyî talankirinê bûne
Encamên lêkolînê nîşan didin ku ji 199 şûnwarên dîrokî yên hatine lêkolînkirin, 116 şûnwar rûbirûyî astên cuda yên talankirinê bûne ku ev yek dike ji sedî 59ê tevahiya şûnwaran.
Ev rêje li gorî lêkolîneke berê ya ku salên navbera 2011 û 2016an li xwe girtibû gelekî bilind e.
Di wê lêkolînê de hatibû diyarkirin ku ji 2 hezar û 641 şûnwaran tenê 355 şûnwar hatine talankirin ku rêjeya wê ji sedî 13,4 bû.
Lêkolînê diyar kiriye ku belavbûna talankirinê ya di asta biçûk (ya takekesî) de bi xerabûna rewşa aborî, ewlehî û lawaziya sepandina yasayan re pêwendîdar e û destnîşan kiriye ku ev şêwe di salên dawî de bêtir belav bûye.
Eyn Dara: Zererên mezin ji ber buldozeran
Lêkolînê bal kişandiye ser herêma Efrînê ku wekî herêma herî zêde zerer ji talankirina bi makîneyên giran ditiye.
Vê pêvajoyê ji dawiya sala 2018an ve dest pê kiriye û heta sala 2025an berdewam kiriye.
Tê de hatiye gotin ku bi dehan girên dîrokî bi rêya buldozeran hatine rûxandin û kolandin ku ev heyam li gel kontrolkirina herêmê ya ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên nêzîkî wê ve hevdem e.
Di lêkolînê de hatiye gotin: "Ji dawiya sala 2018an ve, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên hevalbendên wê dest danîn ser çend herêman li bakurê Sûriyeyê, di nav de geliyê Efrînê û herêma piranî Kurd a li derdora bajarê Kobaniyê. Li van deveran, hejmareke zêde ya şûnwarên dîrokî ji ber talankirina bi makîneyan rûbirûyî zererên giran bûn ku xuya dike ev kar bi koordînasyona hêzên leşkerî yan di bin parastina wan de hatiye kirin."
Di lêkolînê de hatiye eşkerekirin ku şûnwarê dîrokî yê Eyn Darayê di destpêka sala 2018an de yekem car ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin.
Pişt re peykerê şêr ê kevirî yê navdar hat dizîn ku li gorî lêkolînê birine Tirkiyeyê, berî ku di Sibata 2019an de rûxandin û kolandina birêkûpêk a li şûnwar dest pê bike.
Wêneyên peykan nîşan didin ku karên kolandinê heta Kanûna Paşîn a sala 2022yan her du girên bilind û nizm bi tevahî li xwe girtine û tenê perestgeha kevirî li wî şûnwarî maye lê beşeke zêde ya tebeqeyên şûnwarî hatine rakirin.
Lêkolînê destnîşan kiriye ku ev cureyê kolandinê herî xeter e çimkî tenê bi dizîna parçeyên dîrokî bi sînor namîne, tebeqeyên dîrokî bi xwe dişikîne û rûxîne, tebeqeyên kevintir derdixe holê û vê yekê dike ku di paşerojê de hîn bêtir rûbirûyî talankirinê bibin.
Nebî Horî: Şûnwarekî ku hema bêje bi temamî hat rûxandin
Yek ji wan mînakên ku di lêkolînê de cih girtiye, şûnwara Nebî Horî (Cyrrhus) a li gundewarê Efrînê ye.
Li wir karên rûxandin û kolandina birêkûpêk di nîvê sala 2019an de dest pê kir û wêneyên peykê yên Çiriya Pêşîn a 2020î nîşan da ku şûnwar hema bêje bi temamî hatiye rûxandin.
Her wiha lêkolînê rûxandina şûnwarekî ku bi koda "CRN 4715" belge kiriye, piştî ku di sala 2019an de buldozer li ser wî girî hatin dîtin, her wiha darên zeytûnê hatine birîn û heta sala 2022yan hemû tebeqeyên şûnwarî hatine rûxandin.
Leşkerîkirin zererê zêdetir dike
Lêkoleran belavbûna diyardeya leşkerîkirina şûnwarên dîrokî jî dîtiye ku bi rêya çêkirina xendeq, stargeh û cihên topbaranê li ser girên dîrokî pêk hatiye.
Lêkolînê diyar kiriye ku şûnwarên wekî Îbla li Îdlibê û Til Qerqûr li Deşta Xabê ya Hemayê, di salên krîzê de veguherandine leşkergeh û xalên leşkerî.
Ev yek bûye di tebeqeyên şûnwarî de sedema zererên mezin, li gel hiştina teqemeniyên neteqiyayî û paşmayên qirêjker ku berî her karê nûjenkirinê divê bên paqijkirin.
Lêkolînê her wiha çêkirina kampên koçberan a li ser gelek şûnwarên dîrokî belge kiriye ku ya herî berbiçav Til Beyata li rojhilatê Reqayê ye.
Wêneyên peykan nîşan didin ku di navbera salên 2018 û 2020an de zêdetirî 120 konî li wir hatine vedan.
Kamp pişt re hatiye rakirin lê lêkolînê piştrast kiriye ku şûnwar rûbirûyî zererên mezin bûye, her wiha piştî rakirina kampê gelek kun û çalên nû yên talankirinê lê derketine holê.
Pêşniyarên ji bo parastina mîrata mayî
Lêkolînê di dawiyê de bang kir ku pêşîneyiyê bidin nirxandina wan şûnwarên ku hatine rûxandin û kolandin, belgekirina tebeqeyên dîrokî yên eşkerebûyî, berfirehkirina çavdêriya şûnwaran a bi rêya peykan û teknolojiyên hişê çêkirî.
Her wiha hatiye xwestin ku hevkariya navneteweyî were xurtkirin da tiştê ku ji mîrata çandî ya Sûriyeyê maye bê parastin.


.webp&w=3840&q=75)