Şam (Rûdaw) - Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê di nava 20 rojî de 2 caran bihayê sotemeniyê zêde kir.
Cara dawî bihayê benzînê ji sedî 12 hate zêdekirin.
Ev bihabûn bandoreke xerab li jiyana welatî û şofêran dike.
"Dahata min têra debarê nake"
Eyûb Bekirê ji Efrînê 30 sal in şofêrtiyê dike û niha li Şamê dijî.
Eyûb Bekir ji Rûdawê re qala zehmetiyên jiyana xwe kir û diyar kir ku ew rojê 6 - 7 demjimêran dixebite.
Bekir da zanîn ku dahata wî ya rojane têra debara mala wî nake û got:
“Ji 08:00ê sibehê ez derdikevim û rojê 6-7 demjimêran dixebitim. Ez li ser taksiyê dixebitim.
Taksî ne ya min e. Rojane 50 hezar, 55 hezar yan jî 60 hezar lîre ji min re dimîne.
Ez diçim malê lê ez nikarim tiştekî bikirim. Dayîka min jî li Şamê ye. Xaniyê min kirê ye, jiyan pir zehmet e.”
Welatî nikarin li teksiyê siwar bibin
Welatî jî ji bihabûna benzînê bi gazinc in.
Raid Debas welatiyekî Sûriyeyî ye. Ew zêdetirî 15 xulekan e ku li ber germê rawestiyaye da ku li servîsekê siwar bibe.
Debas ji ber bihayê bilind nikare taksiyê bigire da ku biçe nava bajêr û dermanê bavê xwe yê nexweş bikire.
Raid Debas qala rewşa xwe kir û wiha anî zimên, “Eger ez bixwazim li taksiyê siwar bibim, dê herî kêm 50 hezar lîre lê biçe.
Lê servîs 4 hezar û 500 lîre ye û pir erzantir e. Rast e ku ew jî biha ye lê rewş wisa ye. Mazot biha ye, benzîn biha ye. Rewş ev e.”
Wezaretê hişyarî da: Dê nirx dîsa bên guhertin
Li aliyê din, Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê ragihand ku ew dê li gorî guhertinên herêmî û cîhanî bihayên berhemên petrolê ji nû ve binirxînin.
Lewma dê li gorî rewşê nirx dîsa werin guhertin.

.webp&w=3840&q=75)
