Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê, di navbera Hêzên Ewlehiya Giştî û endamên malbata "Denûnan" de şerekî giran derket.
Ji ber van şer û pevçûnan li tevahiya bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê bi ser malên malbata Denûnan de girt.
Wê malbatê berê di nav "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" de cih digirt.
Armanca hêzên ewlehiyê ew bû ku hinek kesên daxwazkirî bigirin lê endamên malbatê daxwaza wan red kir û gule berdan hêzên ewlehiyê.
Tax hat dorpêçkirin
Hêzên ewlehiyê ji ber gulereşandinê ji taxê vekişiyan.
Lê pişt re bi piştgiriya Polîsên Leşkerî û bi hêzeke mezin a çekdarî vegeriyan û tax dorpêç kir.
Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser mijarê daxuyaniyek da.
SOHRê ragihand ku vê aloziyê piştî pirsgirêka roja înê ya di navbera her du aliyan de dest pê kiriye.
Ev şer û pevçûn doh derengiya şevê dest pê kir û heta berbanga îro ajot.
Qedexe û xwenîşandan
Hêzên Ewlehiya Navxwe ji ber pevçûnan li bajarê Ezazê qedexeya derketina derve ragihand û hêzên zêde yên leşkerî şandin herêmê.
Ji ber belavbûna hêzên ewlehiyê li nav bajêr xwenîşandanek hat lidarxistin.
Hinek xwenîşanderan hêzên ewlehiyê wekî "Şebîha" bi nav kir.
"Em ketin navberê"
Li aliyê din, Hêzên Ewlehiya Navxwe ragihand ku li bajêr di navbera du aliyên çekdar de şer derketiye û wan xwestiye destwerdanê bikin.
Hêzên ewlehiyê da zanîn ku dema ew ketine navberê, rastî gulereşandina çekdaran hatine.
Li gorî çavkaniyên herêmî, serê sibehê ji bo ara rewşê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rûspiyên Ezazê de hevdîtinek hat kirin.
Heta niha jî rewşa bajêr ne aram e û hêzên ewlehiyê li hemû taxan belav bûne û li kesên daxwazkirî digerin.
Di van alozî û pevçûnan de gelek kes birîndar bûn û hinek kes jî hatin girtin lê heta niha amareke fermî nehatiye eşkerekirin.

.webp&w=3840&q=75)

