Hewlêr (Rûdaw) - Sûriyeyê daxuyaniyên Îranê yên li ser bombebarankirina baregeha leşkerî ya Tenefê red kirin.
Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyeyê nûçeyên li ser êrişa li Sûriyeyê derewandin.
Ev daxuyaniya Sûriyeyê piştî wê yekê hat ku Supaya Pasdaran a Îranê ragihandibû ku wan navendeke fermandariya operasyonên Amerîkayê li wê herêmê kiriye armanc.
Çavkaniyekî leşkerî yê Sûriyeyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji ajansa nûçeyan a AFPyê re ragihand, "Em her cure bombebarana Îranê ya li devera Tenefê red dikin."
Ev baregeh bi salan e ji aliyê hêzên Amerîkayê ve dihat bikaranîn lê wan meha Sibata borî vekişîna xwe ragihandibû û ew der radestî Sûriyeyê kiribû.
Îran: Me tol hilda
Li aliyê din, medyaya fermî ya Îranê li ser zarê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan îro êrişî "navenda fermandariya operasyonên taybet a Amerîkayê" ya li Tenefê kiriye.
Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku ev êriş wekî bersiveke kuştina leşkerên Îranê yên li bajarê Bempûrê yê Sîstan û Belûçistanê hatiye kirin.
Di daxuyaniya ku televîzyona fermî ya Îranê belav kiriye de hat gotin:
"Supaya Pasdaran a Îranê ji nişka ve êrişî navenda fermandariya operasyonên taybet a dijmin a li devera Tenefê ya Sûriyeyê kir."
Supaya Pasdaran a Îranê li ser êrişa li baregeha leşkerî ya Tenefê daxuyaniyek belav kiribû û îdia kiribû ku di êrişê de gelek leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.
.webp&w=3840&q=75)


