Hewlêr (Rûdaw) - Piştî guherînên siyasî yên 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ên li Sûriyeyê, pêwendiyên Almanya û Sûriyeyê asayî bûne.
Pêvajoya ku berî 2 salan bi vekirina balyozxaneyan dest pê kiribû, bi îmzekirina peymanên stratejîk ên li Şamê gihîşt qonaxeke nû.
"Plana Çalakiyê ya Almanya-Sûriyeyê" ya ku Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer meha Adarê li Berlînê li ser li hev kiribû bi awayekî fermî ket meriyetê.
Şandeya Almanyayê ya bi serokatiya Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Geza von Geyr, li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiya.
Piştî civînê di navbera her du welatan de Peymana Balafirvaniya Sivîl hat îmzekirin.
Ev peyman ji bo vekirina rêyên asmanî û destpêkirina geştên rasterast gava herî berbiçav e.
Berlîn: Divê ceza werin rakirin
Almanyayê ji sala 2025an û vir ve ji bo rakirina cezayên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê dîplomasiyeke çalak dimeşîne.
Rayedarên Almanyayê balê dikşînin ser pêgeha stratejîk a Sûriyeyê û destnîşan dikin ku Sûriyeyê dikare bibe "navendeke lojîstîk a ku herêma Kendavê bi Ewropayê ve girê dide."
Balyozê Almanyayê yê Şamê Clemens Hach li ser pêvajoyê got:
"Ev serdema ku bi serdana Serok Şer a Berlînê dest pê kir, ne tenê pêwendiyeke dîplomatîk e, destpêka hevkariyeke xurt û saziyî ye ku vegera wê nîne."
Di civînan de mijareke din a krîtîk jî rewşa zêdetirî milyonek Sûriyeyiyên li Almanyayê bû.
Berlîn û Şamê li ser wê yekê li hev kir ku ev nifûs ji bo avakirina ducare ya Sûriyeyê û veguherîna dîjîtal wekî "pireke mirovî û aborî" were bikaranîn.
Tê armanckirin ku şirketên Almanyayê di projeyên binesazî, enerjî û teknolojiyê yên li Sûriyeyê de roleke pêşeng bilîzin.



