Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku wan hewleke veguhastina çekan a li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê pûç kiriye ku dê bigihîşta destê Hizbulaha Libnanê.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) li ser zarê çavkaniyekî ji Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê belav kir ku hêzên wan dest daniye ser barekî çekan ku ji Îraqê ve hatibû şandin.
Çavkaniyê Wezareta Karên Navxwe ragihand, "Di bar de çekên curbicur û bipêşketî û gelek mûşek hebûn."
Li gorî gotina wî çavkanî, "lêkolînên destpêkê îsbat kirine ku ew barê çekan ji bo ku bi rêya axa Sûriyeyê bigihêje destê Hizbulaha Libnanê hatibû amadekirin" ku çavkanî wekî "terorîst" bi nav kiriye.
Îraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 618 kîlometre sînorê wan ê hevbeş li gel Sûriye û Rojavayê Kurdistanê heye.
Di tankereke petrolê de hatin veşartin
Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li Deriyê Navneteweyî yê Tenefê dest daniye ser barekî mezin ê çek, mûşek û dronan ku di nav tankereke veguhastina petrolê de hatibûn veşartin.
Deriyê sînorî yê Tenefê li beramberî deriyê sînorî yê Welîdê yê li parêzgeha Enbara Îraqê ye.
Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê diyar kir ku tîmên wan dest daniye ser hejmareke zêde yê çek û teqemeniyan ku bi awayekî pir hûrgilî di nav tankereke petrolê de hatibûn veşartin û ber bi bajarê Banyasê yê li beravên Sûriyeyê ve diçû.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Pêvajoya destdanînê di dema pişkinîna asayî ya tankerê de bû.
Piştî ku guman li ser bar çêbû, pişkinîneke hûrgilî hat kirin û derket holê ku çek, mûşek û dron tê de hatine veşartin."
"Bi awayekî profesyonel hatibûn veşartin"
Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê da zanîn, veşartina wan çekan bi armanca xapandina tîmên pişkinînê bi awayekî "profesyonel" bûye.
Barê çekan radestî aliyên pêwendîdar hat kirin û rêkarên yasayî li hemberî kesên destê wan tê de heye tên standin.
Serokê Desteya Deriyên Sînorî yên Îraqê Omer Waîlî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Em mijûlî lêkolîna li ser nûçeyê ne ku em ji rastî û dîroka bûyerê piştrast bibin."
Îraq lêkolînê dike
Qaymeqamê qezaya Rutbeyê ya ku Deriyê Welîdê lê ye Îmad Dilêmî ji Rûdawê re anî ziman:
"Bûyer nêzîkî hefteyek berê qewimiye û ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hatiye girtin.
Aliyê Îraqê mijûlî lêkolînê ye."
Qaymeqamê Rutbeyê ev bûyer wekî "karekî pir xirab" bi nav kir û got ku ev yek bandorê li baweriya di navbera her du welatan de dike.
Li ser heman mijarê çavkaniyekî ji Fermandariya Parêzvanên Sînor ên Îraqê ji Rûdawê re got:
"Sînorê Îraqê yê li gel Sûriyeyê tund e û dîwarên betonî hatine danîn.
Ti binpêkarî nehatine tomarkirin û em agahdarî deriyên sînorî jî nînin."
Li Enbarê 2 derî, li Nînowayê deriyek û li Dihokê deriyekî fermî li gel Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene.


.jpg&w=3840&q=75)
