Şam (Rûdaw) - Di çarçoveya peymana navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de qonaxeke nû dest pê kir.
Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Jinan ên Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bi Wezareta Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê ve hatin girêdan û bi sedan karmend derbasî nav pergala hikûmetê bûn.
Wezîra Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê Hind Qebewatê tekez kir ku ew dê ti kesî ji kar dûr nexin û got:
"Ev ne ji kar dûrxistin e. Li welatê me tiştekî bi navê dûrxistina karmendan tune.
Komîteya dan û standinan nav, şiyan û pêdiviyên me nirxandin.
Ji ber ku li herêma rojhilat Hisîça, Amûdê û Dêrik hene, em hemû ji bo tevahiya welêt in.”
Pergala nû û dabeşkirina karmendan
Ev gav piştî sê civînên navbera her du aliyan ên li Şama paytext pêk hat.
Hemû karmendên Rêveberiya Xweser li gorî pergala hikûmetê hatin dabeşkirin.
Bi taybetî jî karmendên Desteya Jinan ku di wezaretên Sûriyeyê de hevtaya wê tune, bi baldarî li cihên nû hatin bicihkirin.
Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Rohat Xelîlê li ser mijarê got:
“Hinek navendên me hene dê bi desteyên din ve bên girêdan lê em dikarin bibêjin ku hemû endamên bi me re hatine pejirandin.”
Hat zanîn ku hejmara karmendên Desteya Jinê yên ku tevlî nav wezaretê bûne 390 kes in.
Ji van karmendan 30 kes mêr in û yên mayî jî hemû jin in.
“Derbasbûna desteyê ne zehmet bû”
Endamê Komîteya Dan û Standinan û Serokê Desteya Kar û Barên Civakî yê Rêveberiya Xweser Mihemed Kero jî eşkere kir ku yekbûna wan a bi wezaretê re bi asanî bi rê ve çûye.
Mihemed Kero got, “Desteya Kar û Barên Civakî li hemû bajaran hebû.
Beşên wê yên wekî ofîsa kar û rêveberiya penaberan hebûn. Hevtayên van beşan di wezaretê de jî hene.
Pergala rêxistinkirinê ya wezaretê firehtir e û ev beş li xwe girtin, ji ber vê yekê derbasbûna desteyê ne zehmet bû.”
Ev yekkirin wekî berdewamiya bicîkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn tê dîtin.
Heta niha pêvajoya yekbûnê ya di warê leşkerî, birêvebiriya herêmî û perwerdeyê de bi rêya komîteyên hevbeş û bi dan û standinan berdewam dike.
.jpg&w=3840&q=75)

