Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Parlamentoya Sûriyeyê Yasir Mensûr li ser rewşa herêmê, pirsgirêkên perwerdeyê û daxwazên gelê Kurd daxuyaniyên girîng dan û bal kişand ser girîngiya xizmetguzariyan û ragihand ku ew ji bo parastina mafên Kurdan dixebitin.
Parlamenter Yasir Mensûr bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Yasir Mensûrê ku ji Qamişloyê ye diyar kir ku nûnertiya Kurdan a di Parlamentoya Sûriyeyê de hem serbilindî ye û hem jî barekî giran e û got:
“Dema gelê min tiştekî ji min dixwaze, ev berpirsyariya min zêdetir dike.
Em dixwazin bibin dengê gelê xwe.”
Mensûr her wiha qala malbata xwe kir û got ku bavê wî Mihelmî ye û dayîka wî Kurd e û ew li malê bi Kurdî diaxivin.
Zanîngeha Rojavayê û perwerde
Yek ji mijarên herî girîng ên ku Yasir Mensûr bal kişand ser, perwerde û xwendina bilind e.
Mensûr anî ziman ku xwendekarên li parêzgeha Hisîça û Qamişloyê ji ber dûrbûna zanîngehên Heleb û Şamê rastî zehmetiyên mezin tên û li ser mijarê anî ziman:
“Em û hevalên xwe yên li parlamentoyê, em hewl didin ku li Hisîçayê yan jî li Qamişloyê zanîngeheke fermî were vekirin.
Em hewl didin Zanîngeha Rojavayê bibe zanîngeheke fermî.
Ev ji bo paşeroja ciwanên me gelekî girîng e ku neçin bajarên dûr û mesrefên giran nekin.”
Zimanê Kurdî û perwerde
Parlemanter Yasir Mensûr eşkere kir ku ew bi Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê re ku ew jî Kurd e, li ser mijara zimanê Kurdî axivîne.
Mensûr diyar kir ku ew dixwazin zimanê Kurdî di nav bernameya perwerdeyê de cih bigire.
Her wiha qala xala 13an a destûrê kir ku wekî bingeh ji bo mafên çandî û perwerdeyê tê dîtin.
Qamişlo wekî navenda genim, pembû û çandiniyê tê naskirin.
Mensûr da zanîn ku pirsgirêkên mîna rê, av, elektrîk û sotemeniyê li seranserî Sûriyeyê hene û ew bi taybetî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan li herêma xwe dixebitin.
Mensûr li ser pêwendiyên bi birêvebiriyên herêmî re jî got ku pêvajo bi rê ve diçe lê hinekî hêdî ye û armanca wan ew e ku pergala xizmetguzariyê ya baştir ji bo hemû welatiyan ava bikin.
Koma Kurdan a li parlamentoyê
Yasir Mensûr destnîşan kir ku di parlamentoyê de komên Kurdan an jî yên neteweyên din nabin û her çend komîteyeke taybet a bi navê "Komîteya Kurdan" tune be jî, ew parlemanterên Kurd di mijarên xizmetguzarî û herêmî de bi hev re dixebitin.
Mensûr destnîşan kir ku hevahengiya di navbera aliyên Kurdan de ji bo bidestxistina mafan gelekî girîng e.


.jpg&w=3840&q=75)