Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê di xwaringehekê de teqînek çêbû.
Di teqînê de herî kêm 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Teqîn li ser Cadeya El-Nesrê ya ku yek ji cihên herî qerebalix ên Şamê ye rû da.
Xwaringeha ku teqîn lê çêbûye li nêzîkî Koşka Dadê ye.
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê ji cihê teqînê ragihand, "Gelek sivîl hatin kuştin û birîndar jî hene."
Solîn Mihemed Emînê destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê derdora xwaringehê girtiye û li xwekujekî digerin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ya ku di ajansa fermî SANAyê de cih girtiye, teqîn li ber deriyê xwaringehê çêbûye.
Xwaringeh li ser Cadeya El-Nesrê ya di navbera Rêya Hesinî ya Hîcazê û Koşka Dadê de ye.
Hat diyarkirin ku 4 kesên mirî û 10 kesên birîndar veguhastine Nexweşxaneya El-Muctehîdê.
Di dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku zerer gihîştiye xwaringehê û li derdorê birîndar hene.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
