Şam (Rûdaw) - Rengê Parlamentoya Sûriyeyê hema bêje diyar bû û hejmara nûnerên Kurd jî eşkere bû.
Di parlamentoya nû de tenê 11 parlamenterên Kurd cih digirin ku ev hejmar jî dike ji sedî 4,07ê tevahiya kursiyên parlamentoyê.
Hejmara giştî ya kursiyên Parlamentoya Sûriyeyê 210 e lê heta niha 207 kursî diyar bûne.
Ji van kursiyan 137 bi rêya hilbijartinan diyar bûn.
Ji ber ku li Siwêdayê hilbijartin nehatin temamkirin, 3 kursiyên vê parêzgehê heta niha vala mane.
Her wiha 70 endam ji aliyê Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hatin destnîşankirin.
Di nav vê lîsteya 70 kesî de tenê navên 2 Kurdan hene ku ew jî Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Ebdî ne.
"Em dê komeke Kurdan ava bikin"
Ebdulhekîm Beşar ku yek ji wan endaman e ku ji aliyê Ehmed Şer ve hatiye destnîşankirin, bû mêvanê Rûdawê û pirsên nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin.
Beşar diyar kir ku ew dê li parlamentoyê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan bixebitin û anî ziman ku ew dê hewl bidin komeke Kurdan ava bikin.
Ebdulhekîm Beşar li ser kêmbûna rêjeya Kurdan jî anî ziman:
“Gaveke baş e lê ne bes e, yanî hejmara me 11 e ji 210an, rêjeyeke kêm e.
Dîsa jî tiştekî erênî ye. Em ji bo mafên xwe yên şexsî neçûne, em ji bo çareserkirina rewşa Sûriyeyê û bi taybetî Pirsgirêka Kurdan çûne.”
Beşar her wiha anî ziman:
“Roja yekem protokol e. Em dê Kurd li hev bicivin û bi hev re pêvajoyê deynin. Em dê wekî komeke Kurdan tevbigerin. Gelek dostên Kurdan jî hene, em dê bi wan re pêwendiyê deynin ku em bi hev re tiştên Sûriyeyê û yên Kurdan çareser bikin. Em 11 kes bi tena serê xwe nikarin tiştên Kurdan çareser bikin.”
Nav û herêmên parlamenterên Kurd
Tevî ku Kurd pêkhateyeke sereke ya Sûriyeyê ne, nûnertiya wan a di parlamentoyê de di asteke gelekî nizm de ma.
Nav û herêmên hilbijartinê yên wan 11 parlamenterên Kurd ên ku ketine parlamentoyê bi vî rengî ne:
Rengîn Ebdo (Efrîn), Mihemed Sîdo (Efrîn), Seîd Şêx Zade (Efrîn), Omer Xerîbo (Sifêra), Ferhad Şahîn (Kobanî), Ehmed Mûrad (Dêrik), Kîm Îbrahîm (Qamişlo), Ridwan Sîdo (Qamişlo), Fesla Yûsif (Hisîça), Ebdulhekîm Beşar (Hisîça) û Mistefa Ebdî (Hisîça).
.jpg&w=3840&q=75)

