Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan roja şemiyê li “herêma parastina ewlehiyê” ya li başûrê Sûriyeyê çend çekdar kuştine.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee diyar kir ku hêzên Lîwaya 210an ev operasyon pêk aniyê û tekez kir ku ew dê li dijî gefên li ser welatiyên Îsraîlê û hêzên xwe, operasyonên xwe bidomînin.
Avichay Adraee li ser hejmara kuştiyan, cihê operasyonê yan jî girêdana wan çekdaran a bi ti rêxistinan ve hûrgilî nedan.
Îsraîlê ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve li başûrê Sûriyeyê operasyonan dike û hejmarek baregehên leşkerî ava kirin.
Raporên medyayî destnîşan dikin ku Îsraîl niha 235 kîlometre çargoşe kontrol dike.
Artêşa Îsraîlê li parêzgeha Quneytrayê ya Sûriyeyê , çoltera Derayê û beşek ji çoltera Şamê bi dilê xwe tevdigere.
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
