Hewlêr (Rûdaw) - Sûriyeyê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser rewşa jin û zarokên biyanî yên di kampên Hol û Rojê de û bangî welatan kir ku welatiyên xwe vegerînin.
Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî di rûniştina "Zarok û Pevçûnên Çekdarî" de axivî.
Îbrahîm Olabî kampên Hol û Rojê wekî "kampên dojehê" pênase kir û anî ziman ku “bi hezaran jin û zarokên ji welatên cuda nêzîkî 7 sal in di bin mercên giran ên mirovî de di wan kampan de dijîn.”
Olabî destnîşan kir ku ew zarok ji xizmetên bingehîn ên wekî tenduristî û perwerdeyê bêpar in.
Nûnerê Sûriyeyê bangî hikûmetên pêwendîdar kir ku ji bo çareseriyeke mayînde bi lez welatiyên xwe vegerînin û hevkariyê bikin.
Awistralya welatiya xwe ya dawî vedigerîne
Hevdem li gel banga Sûriyeyê, hikûmeta Awistralyayê pêvajoya vegerandina jina dawî ya Awistralyayî û keça wê ya 9 salî ya di Kampa Rojê de da destpêkirin.
Vegerandina vê jinê berê bi biryara dadgehê hatibû bipaşxistin lê piştî serlêdana parêzerên wê, destûr hat dayîn ku ew bikeve Awistralyayê.
Wezîrê Karên Navxwe yê Awistralyayê Tony Burke eşkere kir ku piştî vegera wê jinê, dê li gorî yasayên têkoşîna li dijî terorê tedbîrên tund ên ewlehiyê bi ser wê de werin sepandin.
Di vê çarçoveyê de, dê kelepçeya elektronîk bi wê jinê ve were girêdan û di saetên diyar de qedexeya derketina derve li ser wê hebe.
Her wiha ew dê bi berdewamî di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de be û pêwendiya wê ya bi hinek kes û komên diyar re were sînordarkirin.
.webp&w=3840&q=75)

