Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed û Parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selame ji bo vegera koçberan li hev civiyan.
Wan dosyeya vegera koçberan a bajarê Reqayê gotûbêj kir.
Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê Hisîçayê Merwan Elî, alîkarî wî Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) û hinek ji rûspî û kesayetiyên Kurd ên Reqayê amade bûn.
2 hezar malbat dê vegerin Reqayê
Di civînê de li ser bihêzkirina aramiya herêmê û pêkanîna şert û mercên guncaw hat axaftin.
Wan ji bo hêsankirina vegera zêdetirî 2 hezar malbatên Kurd a ji bo warên wan ên resen, li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn nîqaş kir.
Ev malbatên Kurd ji encama şer û aloziyên salên borî neçar mabûn ku koçber bibin.
Ew koçber niha li herêmên Kobaniyê û Cizîrê bi cih bûne.
Komîteyek dê bê avakirin
Tê çaverêkirin ku pêvajoya vegera koçberên Kurd di demeke nêzîk de dest pê bike.
Ji bo şopandina dosyeya vegera koçberan dê komîteyeke taybet bê avakirin.



