Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê, di encama êrişeke çekdarî de 2 birayên Kurd hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, her du birayên bi navên Ebdo Reşad Osman û Hisên Reşad Osman, sibeha duşemê rastî êrişê hatin.
Gule berdan wan û reviyan
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku 2 kesên nenas ên li motorsîkletekê siwarbûyî, derdora demjimêr 09:30î li nêzîkî mizgeftekê gule berdan her du birayan.
Ew kesên êrişkar piştî rûdanê yekser ji cihê bûyerê reviyan.
Bi hinceta "lihevhatinê" bangî wan hatiye kirin
Hat zanîn ku beriya bûyerê, bi rêya telefonê û bi hinceta "lihevhatinê" bangî her du birayan hatiye kirin.
Lê dema ku her du bira gihîştin cihê diyarkirî, rastî êrişa çekdarî hatin.
Beriya ku bigihîjin nexweşxaneyê mirin
Piştî êrişê, her du bira sewqî nexweşxaneyeke taxa Eşrefiyeyê hatin kirin.
Lê belê her du bira beriya ku bigihîjin nexweşxaneyê mirin.
Çavkaniyan amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber temamnekirina rêkarên tiba dadî û lêkolînê, di nava xelkê de nerazîbûnek heye.
Her wiha daxwaz tê kirin ku hûrgiliyên bûyerê bên eşkerekirin û berpirsiyar bên darizandin.
Amadehî dikir ku mehekê din daweta xwe bike
Ebdo Reşad Osmanê ku sala 1996an ji dayîk bûye, zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.
Birayê wî Hisên jî sala 1999an ji dayîk bûbû û amadehî dikir ku piştî mehekê daweta xwe bike.
Hat diyarkirin ku her du bira ji gundê Mamelayê yê navçeya Racoyê ya Efrînê ne û li taxa Şêx Meqsûdê mezin bûne.


.jpg&w=3840&q=75)
