Dusseldorf (Rûdaw) - Boksorê Kurd Agît Kabayel di parastina xwe ya yekem a fermî ya kembera zêrîn a WBCyê de li Stadyuma Arenayê ya Dusseldorfê derdikeve pêşberî boksorê Albanî Nelson Hysa.
Boksorê Kurd Agît Kabayel û boksorê Alban Nelson Hysa îşev li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê tên hemberî.
Nêzîkî 50 hezar alîgir li benda vê şeva dîrokî ne û Agît Kabayel yekem Kurd e ku di sîkleta giran de bûye şampiyonê cîhanê.
Kabayel ev 14 hefte ne xwe ji bo vê maçê amade dike.
Hêza wî ya sereke ew lêdanên li pey hev û westîner in ku li zik û navtengê dide û her wiha tevgera bilez a pêyên wî ye.
Agît Kabayel her tim bi Kurdbûna xwe serbilind e û li hemû stadyuman bi dengekî bilind dibêje, "Bijî Kurd û Kurdistan."
“Ez dixwazim Alaya Kurdistanê bînim ser dika mezin”
Agît Kabayel li ser maça dîrokî wiha got:
"Bi dilniyayî ez dê bi ser bikevim û kemberê bi xwe re bibim. Heta ku ez gihîştim vê kêliyê min gelek zehmetî kişand û bi salan e ji bo gihîştina vê kêliyê me xebat kiriye.
Ez gelekî baş amade bûm û me amadehiyeke gelekî baş kir.
Ez dixwazim ew kesên ku baweriya wan bi min heye û her tim piştgiriya min dikin, careke din bi min serbilind bibin.
Her wiha ez dixwazim Kurdan û Alaya Kurdistanê bînim ser dika mezin û nexşeya cîhanê."
“Eyloyê Albanî” li hemberî şampiyonê Kurd
Agît Kabayel li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayîk bûye, li Bochumê dijî û bi eslê xwe Kurdê ji Mereşê ye.
Kabayelê 34 salî di 27 maçên xwe de bi ser ketiye û ti carî têk neçûye.
Piştî ku Oleksandr Usyk Hezîrana 2026an dev ji kembera xwe berda, Kabayel bi awayekî fermî bû şampiyonê WBCyê û yekem şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran ê Kurd.
Lê vê carê hevrikekî dijwar li pêşiya wî ye ku ew jî boksorê 42 salî Nelson Hysa ye.
Hysa ku wekî "Eyloyê Albanî" tê naskirin, xwediyê 25 serkeftinan e.
Nelson Hysa li ser amadehiyên xwe wiha got:
"Kampa rahênanê bi rastî gelekî baş bû. Me amadehiyeke gelekî giran û tund kir. Ez bawer dikim ew kampa rahênanê ya herî mezin a jiyana min bû.
Ji bo vê maçê ez gelekî bimotîvasyon im, dixwazim kemberê bibim û cara yekem biçim Californiayê da ku ji bo kembera şampiyoniya cîhanê şer bikim."
Alîgirên Kurd li benda serkeftinê ne
Biryar e zengilê destpêkirina maça 12 raûndî saet 23:00î bi dema Almanyayê û saet 01:00ê şevê bi dema Hewlêrê lê bide.
Alîgirên Kurd li bendê ne û dilniya ne ku Kabayel dê taca cîhanî biparêze û kembera zêrîn bi Alaya Kurdistanê re bilind bike.
Alîgira bi navê Amira Lina Balayê jî hestên xwe wiha anîn zimên:
"Bi rastî ev şer ji bo me Kurdan jî gelekî taybet e çimkî em bi Agît û destkeftiyên wî serbilind in. Lê ji her tiştî girîngtir, em bi Agît kêfxweş in û ew wekî werzişvanekî cihê serbilindiyê ye.
Em hemû ji bo serkeftina wî dia dikin û ji dil hêvîdar in ku sibe bi ser bikeve."
Kurdek dê li ser dika herî mezin a maça cîhanê be da ku wê dîrokê ducare bike ku Muhammad Alî Clay û Mike Tyson tomar kiriye.



