Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bidawîbûna maça di navbera tîmên futbolê yên Hewlêr û Dihokê de alozî derket û çend alîgir birîndar bûn.
Nûçegihanê beşa werzişê ya Rûdawê Sîver Bêstûn ragihand:
"Piştî bidawîbûna maça di navbera tîmên Hewlêr û Dihokê de ya di Lîga Stêrkên Îraqê de ku li Stadyuma Dihokê hat lîstin, di navbera alîgirên her du tîman de alozî derket.
Di encamê de çend alîgir birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê."
Alozî çawa derket?
Nûçegihanê Rûdawê li ser sedema derketina aloziyê got:
"Piştî ku maç bi wekheviya 1-1ê bi dawî bû, beşek ji alîgirên tîma Dihokê ji derveyî stadyumê kevir û şûşeyên avê avêtin nav stadyumê.
Vê yekê jî di navbera alîgirên her du tîman de alozî derxist."
Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku hêzên ewlehiyê yên li nav stadyumê bi lez hewl da ku aloziyê bixin bin kontrolê û alîgirên her du tîman biparêzin.
Li gorî agahiyên destpêkê, çend alîgirên her du tîman birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Azadiyê ya li bajarê Dihokê.
Maça di navbera her du tîman de wekî "Klasîkoya Kurdistanê" tê naskirin û berê jî çend caran di dema maçan de di navbera alîgiran de alozî derketibû.
Hûrgiliyên Klasîkoya Kurdistanê
Di çarçoveya hefteya 14emîn a Lîga Stêrkên Îraqê de, Klasîkoya Kurdistanê ya di navbera Dihok û Hewlêrê de bi wekheviya 1-1ê bi dawî bû.
Li Stadyuma Dihokê bi amadebûna 36 hezar û 475 alîgiran, Dihokê mazûvaniya Hewlêrê kir.
Di nîvê yekem de Dihok serdest bû. Destpêkê Siyabend Egîd bi lêdaneke bihêz şansa xwe ceriband lê top di ser dîrekê re çû.
Pişt re Yûnis Hemûd 2 caran nêzîkî golê bû.
Di xulekên dawiyê yên nîvê yekem de bi paseke hunerî ya Yûnis Hemûd, Yûsif Îmam sûd ji şaşiya qelevanê Hewlêrê Husên Hesen wergirt û bi lêdaneke bihêz gola bipêşketinê ya Dihokê tomar kir.
Nîvê yekem bi serkeftina Dihokê bi dawî bû.
Di nîvê duyem de, Rahênerê Hewlêrê Luey Selahedîn li şûna Elî Sadiq kaptanê tîmê Îbrahîm Bayîş xist lîstikê.
Bi vî awayî Hewlêrê asteke cuda nîşan da û di êrişekê de Mulen nêzîkî golê bû lê Komel Sedî rê lê girt.
Zextên Hewlêrê berdewam kirin heta ku Christopher John sûd ji şaşiya qelevanê Dihokê Komel Sedî wergirt û gola wekheviyê ji bo Hewlêrê tomar kir.
Bi vî awayî Klasîkoya Kurdistanê bi encama 1-1ê bi dawî bû.
Zaxo û Şurte jî wekhev man
Di heman hefteyê de di maçeke din a bihêz de, Zaxoyê mazûvaniya Şurteyê kir.
Ehmed Yehya di xuleka 40î de bi golekê Şurte xist pêş lê belê Zaxoyê di nîvê duyem de refên xwe sererast kirin û xuleka 69an Orinho bi lêdaneke bihêz a ji derveyî qada cezayê gola wekheviyê ya Zaxoyê tomar kir û maç 1-1 bi dawî bû.
Bi van encaman, her du tîmên Dihok û Hewlêrê di rêzên 8emîn û 9emîn ên Lîga Stêrkên Îraqê de cih girt.
Her wiha Zaxo bi vê wekheviyê û bi 14 puanan di rêza 15emîn de ma û Şurte jî bi 25 puanan di rêza sêyem a rêzbendiyê de cih digire.




