Hewlêr (Rûdaw) - Kurdek bi fermî wekî Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê ya Swêdê hat hilbijartin û dibêje, “Xewna min ew e ku ez xizmeta Kurdistanê bikim.”
Ehmed Talebaniyê 49 salî ku xelkê Kerkûkê ye, ji Rûdaw Sportsê re ragihand ku ew wekî Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê ya Swêdê hatiye hilbijartin û armanca wî ew e ku li ser asta Swêd û Kurdistanê xizmeta vê lîstikê bike.
Piştî 11 salên rahêneriya Swêdê hat hilbijartin
Talebanî ji Rûdaw Sportsê re got ku piştî 11 salên xebata wekî rahênerê Swêdê di taekwondoyê de û tecrubeyeke zêde ya di vê lîstikê de, ew wekî Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê ya Swêdê hatiye hilbijartin.
Xwediyê kembera reş a 8 bi dest xistiye
Ehmed Talebanî di 9 saliya xwe de dest bi taekwondoyê kiriye.
Ew li ser asta Swêdê beşdarî gelek şampiyoniyên cuda bûye û di karwanê xwe yê lîstikvaniyê de kembera reş a 8 danî bi dest xistiye.
Dixwaze tecrubeya xwe veguhêze nifşên paşerojê
Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê ya Swêdê ji Rûdaw Sportsê re ragihand ku ew dixebite da ku tecrubeya xwe ya di taekwondoyê de veguhêze nifşên paşerojê.
Talebanî da zanîn ku ew dê bi vê rêyê ji bo bilindkirina asta lîstikvanên taekwondoyê yên li ser asta Swêdê bixebite.



.webp&w=3840&q=75)
