Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Kurd ê 5 salî bi şiyanên xwe yên bêhempa akademiya yek ji tîmên herî mezin ên cîhanê Liverpoola Brîtanyayê, matmayî hişt.
Zinar Agirî tevî temenê xwe yê biçûk ne tenê bi lêdanên xwe yên bihêz û hezkirina xwe ya ji bo Messi balê dikişîne, di heman demê de dilê wî bi hezkirina Kurdistanê, Amedsporê û Tîma Zaxoyê lê dide.
Di cîhana futbolê de carnan behreyên wisa derdikevin holê ku hemû pîvanên temenî têk dibin.
Zinar Agirî ku zarokekî Kurd ê 5 salî ye û li Brîtanyayê dijî, di van demên dawî de bûye rojeva çavdêr û rahênerên futbolê yên li Brîtanyayê.
Lêdanên wî yên bihêz, kontrola wî ya balkêş a li ser gogê û baweriya wî ya bilind a di qadê de, deriyên akademiya tîma navdar a cîhanê Liverpoolê li ber wî vekirin.
Keşfa li qadên şemiyê û vexwendina fermî ya Liverpoolê
Zinar Agirî û bavê wî Mûsa Agirî bûn mêvanên bultena Rûdawê û li wir hûrgiliyên jiyan û behreya wî stêrkê biçûk eşkere kirin.
Bavê Zinar Mûsa Agirî da zanîn ku gihîştina Zinar a ji bo akademiya Liverpoolê bi lîstikên dawiya hefteyê dest pê kir.
Zinar li akademiyeke xwecihî dilîst û her roja şemiyê lîstikên wan hebûn.
Di yek ji wan lîstikan de çavê rahênanekî tîma Liverpoolê li lîstika Zinar dikeve û yekser bala wî dikişîne.
Li gorî gotina Mûsa Agirî, berî 4 hefteyan tîma Liverpoolê ew bi fermî vexwend da ku 3 hefteyan li ser hev beşdarî rahênanên akademiyê bibe.
Dawiya Çiriya Pêşîna 2026an, Zinar Agirî yekem rahênana xwe li akademiya Liverpoolê kir û ev roj bû cihê şanaziyeke mezin ji bo malbata wî.
Di dema rahênanan de, wî stêrkê biçûk ê Kurd asteke wisa bilind nîşan da ku ji temenê wî gelekî mezintir bû.
Ji ber şiyana wî ya zêde, rahêneran ew tevlî lîstika lîstikvanên ji wî mezintir kir û Zinar li kû derê lîst bala hemû kesên amade kişand ser xwe.
Piştî vê serkeftina berbiçav, hefteya borî biryara girîng hat.
Mûsa Agirî li ser vê yekê got, “Hefteya borî Liverpoolê ji me re got, 'Em hez dikin Zinar her li gel me berdewam bike.'”
Li gorî vê biryarê, Zinar dê niha li akademiya Liverpoolê berdewam bike heta ku temenê wî bibe 9 salî ji ber ku li gorî yasayên Premier Leagueê, lîstikvan di wî temenî de dikarin bi fermî peymanan îmze bikin.
Mûsa Agirî behsa destpêka hezkirina Zinar a ji bo gogê kir û got:
“Dema ku temenê wî tenê salek bû, li gel birayê xwe Cûdî dixwest lingê xwe li gogê bixe. Hêdî hêdî me dît ku behreya wî gelekî zêde ye û ne asayî ye.”
Bavê Zinar tekez kir ku li pişt vê serkeftinê ked û piştevaniyeke mezin a malbatê heye û bi taybetî jî rola dayîka wî gelekî berbiçav e û wiha domand:
“Em wekî dê û bav bi hemû karîna xwe pişta wî digirin. Niha dêya wan her mijûlî wan e û di hemû rahênanên wan de wekî piştevaniyekê amade dibe.
Ew her tim li YouTubeê temaşe dike û xişteyeke jiyanê ji bo wan datîne.”
Hezkirina Kurdistanê, Messi, Amedspor û Tîma Zaxoyê
Tevî ku Zinar li Brîtanyayê hatiye dinyayê û hîn 5 salî ye, hestê wî yê neteweyî û girêdana wî ya bi Kurdistanê re di axaftinên wî de bi zelalî xuya dike.
Zinar ji Rûdawê re bi kêfxweşî got: “Ez ji Kurdistanê hez dikim.”
Li ser hilbijartina hejmara formayê xwe jî, Zinar eşkere kir ku ew heyranê stêrkê Arjantînî Lionel Messi ye û got:
“Min hejmara 10 hilbijartiye ji ber hezkirina min a ji Messi re.”
Lê balkêştirîn aliyê vê stêrka biçûk a Liverpoolê ew e ku ew bi awayekî zêde şopînerê tîmên Kurdistanê ye.
Mûsa Agirî dibêje Zinar gelekî ji Amedspor û Tîma Zaxoyê hez dike, ew her tim li lîstikên wan temaşe dike û li nûçeyên wan dipirse.
Niha formayê (drêsê) Amedsporê li cem Zinar heye û formayekî Tîma Zaxoyê jî ji bo wî di rê de ye.
Rêwîtiya ji Rojavayê Kurdistanê ber bi xewnên mezin ve
Zinar Agirî li Brîtanyayê di nav malbateke Kurd a welatparêz de ji dayîk bûye ku bi eslê xwe ji bajarê Amûdê (gundê Girmeyr) yê Rojavayê Kurdistanê ne.
Bavê wî zêdetirî 16 sal berê ji bo peydakirina jiyaneke baştir koçî Brîtanyayê kiribû.
Zinar wekî biçûktirîn endamê malbatê di nav keşeke germ, tijî hezkirin û piştgir de mezin bûye.
Ev jîngeha saxlem û hewldanên bêwestan ên dê û bavê wî bûne alîkar ku jêhatîbûna wî ya xwezayî di temenekî ew qas biçûk de derkeve holê û îro navê zarokekî Kurd ê ji Amûdê li nav korîdorên akademiya yek ji mezintirîn tîmên cîhanê bê bihîstin.
Niha çavê hezkiriyên futbolê yên Kurd li paşeroja geş a vî zarokê 5 salî ye ku bi gavên xurt ber bi stêrkbûnê ve dimeşe.

.webp&w=3840&q=75)

