Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor piştî maça li hemberî Galatasarayê bi hinceta “bûyerên li stadyumê” sewqî PFDKyê hat kirin.
Şêwirmendiya Hiqûqê ya Federasyona Fotbolê ya Tirkiyeyê (TFF), Amedspor bi hinceta “bûyerên li stadyumê” yên di maça 7ê Çiriya Paşîn a li hemberî Galatasarayê de sewqî Desteya Dîsîplînê ya Fotbola Profesyonel (PFDK) kir.
Li gorî daxuyaniya TFFyê, biryar hatiye dayîn ku Amedspor di çarçoveya madeya 52yemîn a Talîmata Dîsîplîna Fotbolê de sewqî PFDKyê bê kirin.
Ti bûyer çênebûbûn
Di maça ku Galatasarayê 4-3 zora Amedsporê biribû de ti bûyer li stadyumê derneketibûn.
Tevî vê yekê jî sewqkirina Amedsporê ya ji bo PFDKyê bû cihê matmayînê û bal kişand.
Galatasaray û çend tîmên din jî hatin sewqkirin
Di heman maçê de Galatasaray jî bi hinceta “dirûşmên kirêt û xirab” ên alîgirên xwe, di çarçoveya madeya 53yemîn a Talîmata Dîsîplîna Fotbolê de sewqî PFDKyê hat kirin.
Her wiha tîmên wekî Gaziantep FK, Samsunspor, Goztepe, Erzurumspor, Arca Çorum FK, Fenerbahçe û Trabzonsporê jî bi hincetên cuda yên dîsîplînê sewqî PFDKyê hatin kirin.

.webp&w=3840&q=75)


