Hewlêr (Rûdaw) - Mardin 1969 Sporê li derveyî qada xwe 2-1 zora Bursasporê bir û bi sê puanan vegeriya malê.
Tîma Bakurê Kurdistanê bi golên Teklic û Dimitrov bi ser ket û dawî li rêzeserkeftinên Bursasporê yên li qada wê anî.
Bursaspora ku salek û 13 roj bûn li qada xwe qet têk neçûbû, cara yekem li hemberî Mardin 1969 Sporê têk çû.
Tevî guvaşa li stadyumê jî tîma Mêrdînê lîstika xwe domand û serkeftina li deplasmanê jê re bû moralekî mezin.
Di maça li Bursayê de Teklic û Dimitrov bi golên xwe encama pêşbirkê diyar kir.
Tîma Mêrdînê di bin serpereştiya Rahêner Ivaylo Petev de li deplasmaneke dijwar têkoşîneke xurt nîşan da.
Rahêner Petev piştî lîstikê diyar kir ku ew ji performansa lîstikvanên xwe xweş e û got ku wan ev serkeftin heq kiriye.
Alîgirên Bursasporê tişt avêtin qadê
Piştî ku maç bi serkeftina tîma Mêrdînê bi dawî bû, alîgirên Bursasporê ji ber serkeftina Mardin 1969 Sporê gelek tişt avêtin nav qadê.
Alîgirên Bursasporê her wiha kaptanê berê yê Amedsporê Erce Kardeşler kir hedef û dirûşmên heqaretê li dijî wî berz kirin.
Coşa serkeftinê ya li jûra cilguhertinê
Tîma Mardin 1969 Sporê ev serkeftina xwe kêfxweşiyeke mezin pîroz kir.
Lîstikvanan û koma teknîkê sê puanên ku li derveyî qada xwe standin, li odeya guhertina cilan bi hev re pîroz kir.




