Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Qamişlosporê ya Rojavayê Kurdistanê piştî ku derket Lîga Super a Sûriyeyê serkeftineke mezin bi dest xist.
Tîm niha xwe amade dike ku piştî 22 salan cara ewil li bajarê Qamişloyê maça asta herî bilind a lîgê bilîze.
Tîm ji ber xebatên çêkirina qada stadyumê dê li Dêrezorê dest bi lîgê bike û armanc dike ku hefteya 3yan li gel alîgirên xwe li hev bicive.
Di futbola Sûriyeyê de hemû çav li ser Qamişlosporê ne ku di demeke kurt de ji amatoriyê derket lûtkeyê û gihîşt Lîga Super a Sûriyeyê.
Qamişlospor dê di nîvê yekem ê werzê de derkeve 13 maçên girîng.
Tîm dixwaze hem mana xwe ya li lîgê biselmîne hem jî piştî 22 salan coşa Lîga Super careke din bîne bajêr.
Maça ewil li Dêrezorê ye, çav li hefteya 3yan e
Birêvebirê Ofîsa Çapemeniyê ya Qamişlosporê Meen Hîwarî li ser fîkstur û amadekariyên tîmê agahî dan.
Hîwarî diyar kir ku ew dê maratona lîgê bi maça El-Wehdeyê ya ku dê sibe li Dêrezorê were lîstin dest pê bikin.
Hîwarî da zanîn ku ew dê hefteya duyem li gel El-Ceyşê bilîzin û hefteya sêyem jî dê bi El-Kerameya yek ji tîmên kevnar ên lîgê re derkevin pêşberî hev.
Hîwarî bal kişand ser rewşa qada Stadyuma 12ê Adarê ya Qamişloyê û qala wan xebatan kir ku ji bo vegera maçê ya li bajêr tên kirin:
"Şandeyeke pispor a ji aliyê Federasyona Werzişê ya Sûriyeyê ve hatibû erkdarkirin, rojên borî lêkolîn kir û di rapora xwe de eşkere kir ku qada giyayê ya Stadyuma 12ê Adarê ji bo maça yekem hîn amade nîne.
Ji ber vê yekê em neçar man ku li Dêrezorê dest bi lîgê bikin lê hemû hewla me ew e ku qad heta maça El-Kerameyê ya hefteya 3yan amade bibe.
Daxwaza me ya herî mezin ew e ku em li bajarê xwe û li ber çavên alîgirên xwe yên wefadar derkevin qadê."
Eger çêkirina stadyumê bi dawî bibe, bajarê Qamişloyê dê piştî 22 salan cara ewil mazûvaniya maçeke fermî ya Lîga Super a Sûriyeyê bike.
Nûnera tenê ya parêzgeha Hisîçayê ye
Hîwarî bal kişand ser wê yekê ku niha di Lîga Super de tenê ew nûnertiya parêzgeha Hisîçayê dikin.
Wî her wiha anî zimên ku ew hêvî dikin tîma kevnar a herêmê El-Cîhad jî di demeke herî nêzîk de vegere cihê ku heq dike.
Berdevkê çapemeniyê qala rewşa darayî ya tîmê jî kir û tekez kir ku ti sponsorekî wan ê fermî nîne û ew tenê bi bexşên dilxwaz ên werzişvan, dost û alîgiran li ser pêyan dimînin.
Çîroka serkeftinê ya ji amatoriyê heta lîga herî bilind
Tîma ku sala 2022yan bi navê "Kluba Hîlalê" hatibû damezirandin, di futbola Sûriyeyê de serkeftineke kêmwêne nîşan da.
Qamişlosporê di lîgên duyem û yekem de lezeke mîna bahozê girt.
Tîmê di werza 2023-2024an de şampiyonî bi dest xist û bilêta çûyîna Lîga Super wergirt.




